Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin 2023-05-05 10:01:32   BÛRSA - Partiya Çepên Kesk amadekariyên mîtşnga Bûrsayê dike. Namzetên bajêr ji bo mîtînga ku dê di 7'ê Gulanê de li bajêr bê lidarxistin wiha bang kirin: "Werin em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin."    Partiya Çepên Kesk, amadekariyên mîtînga Bûrsayê dike. Mîtîng dê di 7'ê Gulanê de saet di 16.00'an de li navçeya Osmangazî li Parka Merînosê bê lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Namzetê Parlementeriyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, Cîgirê Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel û dê Başak Demîrtaş tevlî mîtîngê bibin.    Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan, diyar kir ku mîtînga 7'ê Gulanê dê bibe provaya hilbijartinên 14'ê Gulanê û got: "Ez hemû şêniyên Bûrsayê vedixwînim mîtîngê. Mîtînga me ya beriya hilbijarinên 7'ê Hezîrana 2015'an, mîtînga jin, ciwan, karker û kedkaran bû. Ez yeqîn dikim dê di vê mîtîngê de jî heman atmosfer çêbibe. A rast ev mîtîng dê nîşaneya 14'ê Gulanê be. Dê dîmena 14'ê Gulanê rê me bide. Partiya Çepên Kesk, partiya kedkaran, karkeran, jin, ciwan û bindestan e. Ez hemû gelan vedixwînim Partiya Çepên Kesk."    ‘EM JI KELEHA FAŞÎZMÊ BIQÎRIN'   Namzeta parlementeriyê Selvî Kalir jî got: "Bûrsa, bajareke ku keleha faşîzmê ye. Bi taybetî bang li jin û ciwanan dikim; werin em bi hev re coş û kelecana xwe û vîna xwe li Bûrsayê nîşanî vê pergalê bidin."    BANGAWAZÎ   Namzet Ayten Avdan jî destnîşan kir ku dê dê jin sedsala duyemîn a komarê biguherînin û got: "Jin, dê desthilata zilmê û rejîma yekzilamî birûxînin. Ji bo em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin, em dê 7'ê Gulanê saet di 16.00'an de li hev kom bibin."