HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye 2023-04-30 12:33:10     ENQERE - HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi nêzbûna hilbijartinê re operasyonên siyasî zêde kir û got: “Li dijî vê derbeyê partiya me, pêkhateyên me û hêzên têkoşer ên li Tirkiyeyê, wê heta dawiyê li ber xwe bidin.”   Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşanî operasyonên hilbijartinê yên li dijî rojnamevan, hiqûqzan, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl ên kurd û ESP'ê da.    Daxuyaniya HDP'ê wiha ye:    “Desthilatdariya AKP-MHP’ê piştevaniya gel û rewabûna civakî ji dest da û bi nêzbûna hilbijartinê re operasyonên siyasî zêde kir. Li Amedê operasyona ku li dijî partî, rojnamevan û parêzerên me hat destpêkirin, duh li Enqereyê û vê sibehê li li Stenbolê jî dewam kir. Hevserokê Giştî yê ESP’ê ku pêkhateyek partiya me ye Şahîn Tumuklu, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, endamên ESP’ê û rojnamevanên muxalîf jî hatin destgîrkirin.”   Me berê anîbû ziman, em car din destnîşan bikin; Ev pêlên binçavkirinê planek e ku li dijî îradeya hilbijêrên Tirkiyeyê hatiye kirin. Ev êrişane operasyonên hilbijartinê yên Tirkiyeyê ne. Li dijî vê derbeyê partiya me, pêkhateyên me û hêzên têkoşer ên li Tirkiyeyê wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Me serî li ber derbeya qeyûman netewand û em ê îro jî serî li ber derbeya hilbijartinê netewînin. Em xwedî hêz û biryardariyê ne ku van operasyonên derexlaqî yên desthilatdariyê û Wezîrê Karên Sûcan ku îrade û tercîha gel weke ‘derbe’ pênase dike, rawestînin.   Em bang li partiyên siyasî, muxalefet û raya giştî ya demokratîk hemû dikin; Li ber vê kûmpasa hilbijartinê rabin. Ev têkildarî me hemûyan e. Ev operasyon, operasyona siyaseta kûmpasê, dizîkirina sindoqan û îradeya gel e. Lewma divê her kes li dijî vê rejîma zext û zilmê rabe.”