Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê 2023-04-27 15:40:03   ESKÎŞEHÎR  - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku wan her qada ku îktîdara AKP-MHP’ê êriş biriye ser veguherandine qadên berxwedan û wiha got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê dê bibin muhasebeya sedsalê. Êdî avakirina komara demokratîk neçarî ye.”    Partiya Çepên Kesk li Odunpazari ya Eskîşehîrê bi gel re hevdîtin kir. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê Mûrat Çepnî tev li hevdîtinê bûn. Hevdîtin, bi xwendina helbesta “Dîrenmede” ya Kutsiye Bozok dest pê kir.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Eskîşehîrê Ceren Koçak ji ewilî axivî û bal kişand ser pirsgirêkên piralî yên Tirkiyeyê. Koçak got ku yan dê bi hilbijartinan rê li ber faşîzmê were girtin an jî dê faşîzm xwe sazûman bike.    GUMUŞTAŞ: EM Ê BI HEV RE BI SER KEVIN    Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî diyar kir ku ketine pêvajoyeke krîtîk a hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “Ya ku em heta îro anîn, berxwedana me ye. Ez hemû şehîdên me yên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tînim û berxwedêrên zindanan silav dikim. Faşîzma AKP-MHP’ê tevî tecrûbeya 20 salan jî di nava krîzeke mezin de ne. Ya ku ev krîzê diyar kirî û kûr kirî jî kevneşopiya berxwedanê ya eniya sêyemîn e. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji sala 2015’an heta niha hewl dide berxwedana kurdan tesfiye bike û pêşeroja xwe ava bike. Lê em ê li dijî vê li ber xwe bidin û teqez bi ser kevin. Em ê bi hev re bi ser kevin û bi hev re biguherînin.”    ‘ME BEND HILWEŞANDIN Û HATIN’    Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî got ku wan bend hilweşandine û xwe gihandin van rojan. Çepnî, anî ziman ku peywira wan ew e ku têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin û li dora Partiya Çepên Kesk bibin yek.    UÇAR: LI DIJÎ ME SIYASETEKE LI DIJÎ CIVAKÊ HEYE   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ji ewil bi kurdî axivî û piştre jî ev tişt anî ziman: “Yek ji destkeftiyên herî mezin a partiya me jî avadaniya wê ya pirçandî ye. Em bi îdiayeke mezin dikevin serdema nû. Li hemberî me siyaseteke nelirêtî, rant û dij civakî ya AKP-MHP’ê heye. Em jî hewl didin vê siyasetê biguherînin û demokrasiyê ava bikin.    EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN   Du roj berê me çavên xwe bi operasyoneke mezin vekirin. Hevalên me yên şanoger û hunermend ên ku ji bo hunera azad têdikoşin û serî li ber hunera îktîdar ferz dike netewandin, hevalên me yên xebatkarên çapemeniya azad ku tevî hemû zextên AKP û MHP’ê jî rastiyê bi civakê re parve dikin, hevalên me yên parêzer ku li dijî bêedaletî û bêhiqûqtiya li me tê kirin têdikoşiyan hatin binçavkirin. Dema em ji vî alî ve lê dinêrin, dibînin bê ka armanca operasyonê çi ye. Di heman demê de hevalên me yên Rêya Sêyemîn birêve dibirin hatin binçavkirin. Ev tiştekî nû nîne. Di her pêvajoyên hilbijaratinê de vê dikin. Ev operasyon û binçavkirin, wêneyê rejîma yekzilamî ye. Em jî dê hem li hundir û hem derve li dijî van êrişan têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.    EV BERXWEDAN NAMZETA SERKEFTINÊ YE   Partiya Çepên Kesk, berdevka têkoşîna civakî ye. Her qada ku em vê têkoşînê lê dimeşînin bi rejîma yekzilamî dide windakirin û di heman demê de bingeha avakirina ya nû çêdike. Ji bilî tundiyê tu tiştek di destê îktîdara heyî de nema. Bi rejîma yekzilamî re hemû qadên têkoşînê û hemû derdorên civakî mîna hev bûn.  Em rastî êrişên heman navendê tên û me li dijî heman navendê terîfa têkoşîna hevpar kir. Ev berxwedan, namzeta serkeftinê ye.    WÊNEYÊ AKP’Ê    Divê em têkoşîna xwe veguherînin rawestgeha serkeftinê. Alî Îsmaîl Korkmaz li Eskîşehîrê hate qetilkirin. Li hêla din em pirsgirêkên siyasî û aborî yên ku hevalên me li Eskîşehîrê dijîn baş dibînin. Di beyannameya rejîma yekzilamî de bêpêşerojiyê li ciwanan ferz dikin. Digotin dê mulaqatê rakin lê hevalê me yê di KPSS’ê de yekemîn derketî jî nekarî di mulaqatê de bi ser keve. Ev tablo, wêneyê AKP’ê ye.    14’Ê GULANÊ MUHASEBEYA SEDSALÊ YE   Hilbijartinên 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê. Dê muhasebeyeke çawa be; dê muhasebeyeke li ser navê kurdan, elewiyan, hemû kedkarên keda wan tê xwarin, li ser navê ciwanan û hemû derdorên rastî cihêkariyê tên be. Dema em li vê muhsabeyê dinihêrin; dê hemû nasnameyên rastî cihêkariyê hatin bibin kirdeya serdema nû û avakirina komara demokratîk êdî neçariyeke. Em ji bo vê namzetin. Me li her qadên rastî êrişa îktîdara AKP-MHP’ê tên dengê xwe bilind kir. Em ê bi hev re biguherînin. Em li gel hev in û dê bi hev re biguherînin. Rêya me tevan vekirî be.”    Piştî axaftina Uçar, namzetên parlamenteriyê yên Eskîşehîrê jî axaftinên kurd kirin. Di dema axaftina namzetên jin de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.