‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’ 2023-04-27 09:48:26 BALIKESÎR - Alîgirên Partiya Çepên Kesk ên li Balikesîrê xebatên xwe bênavber didomînin diyar kirin ku wê parlamenterekî bişînin Enqereyê û wiha gotin: “Li Balikesîrê xwedî derketineke zêde heye. Ev jî kelecaneke mezin di nava me de diafirîne.”    Ji hilbijartinên Serokkomariyê û yên giştî re 17 roj man, xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomin. Yek ji bajarê ku Partiya Çepên Kesk lê kelecanekê diafirîne jî Balikesîr e. Endamên partiyê yên her bihosta bajêr dixebitin, rastî eleqeyeke zêde ya gel tên. Hilbijêrên Partiya Çepên Kesk ên di xebatan de cih digirin, anîn ziman ku wê di vê hilbijartinê de herî kêm parlamenterekê bişînin Enqereyê.    ‘XEBATÊN ME BICOŞ DERBAS DIBIN’   Hîkmet Altin, gazin kir ku nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Nan û sîmît lîreyek bû niha 5 lîre ye. Mirov hatine asta ku nikarin kirêya xwe bidin. Heke hesaba çay û sîmîtê jî bê kirin wê bê dîtin ku mirov nikarin bi mûçeya asgarî debara xwe bikin. Desthilat dibêje min nexweşxane çêkirin. Em nikarin randevuyê bigirin, heke fîlm were kişandin ji bo meheke din tê dayîn. Bijîşk tune ye ji bo 45 rojan randevû tê dayîn. Di vî demî de mirov dikarin bimirin. Partiya ku van pirsgirêkan hemûyan çareser bike, Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê yekê em ê dengê bidin wê. Potansiyela me heye ku em ji Balikesîrê wekîlekê derxînin. Xebatên me bi awayekî bicoş berdewam dikin.”   ‘EM ENERJIYA XWE JI GEL DIGIRIN’    Cevdet Bozkûrt jî diyar kir ku yekane rêya ji pergala qesrê ya riziyayî ku li ser talanê hatiye avakirin xelas bibin hatina bindestan a desthilatê ye û wiha got: “Li Balikesîrê kelecanek û piştgiriyeke mezin heye. Teqez em ê di vê serdemê de parlamenterekî derxînin. Spekulasyonên ku pergal bi alîgirên xwe yên medyayê re diavêje holê hene. Dibêjin ‘bingeha wan nîne nikarin wekîl derxînin’. Lê em bi îdia ne. Ji ber ku di xebatên me yên em bi rê ve dibin de enerjiya xwe ji gel digirin.”   Kasim Kaplan jî xwest ku ji bo pergala heyî bê guhertin divê herkes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û da zanîn ku êdî yekane rêya guhertina vê pergalê Partiya Çepên Kesk e.   ‘EM SERDEMA XWE YA HERÎ XURT DIJÎN   Vedat Guner jî destnîşan kir ku ji bo li dijî polîtîkayên şer û zilmê yên diqewimin re bêjin “bes e” divê li dora Partiya Çepên Kesk bibin yek û wiha got: “Li dijî hemû zext û girtinan em serdema xwe ya herî xurt dijîn. Em armanc dikin ku di van hilbijartinan de ji sedî zêdetir parlamenteran derxînin û kurdan û gelên din bi awayekî xurt temsîl bikin. Li Tirkiyeyê mifteya çareserkirina pirsgirêkan û mifteya aştiyê Partiya Çepên Kesk e. Em her roj li qadan in. Em ê ji vir herî kêm wekîlekê derxînin. Em ê namzetê xwe weke wekîl bişînin Enqereyê.”   ‘EM Ê WEKÎLEKÎ BIŞÎNIN ENQEREYÊ’   Zeynep Baş Bîngol, destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk partiyeke ku azadî, wekhevî, edalet û hiqûqê diparêze ye û wiha got: “Divê siyaseta yek zilamî were guhertin. Vê jî encax Partiya Çepên Kesk dikare bike. Em xebatên xwe yên li vê derê bi coş derbas dikin. Em ê ji vir bersiveke xurt bidin.”   Oyku Aksin a bal kişand ser cînayetên jinan ên zêde bûn û wiha got: “Ji ber cînayetên jinan hatin asta ku nikarin derkevin kolanê. Em dixwazin li kolanan bi awayekî azad bijîn. Ez dixwazim jin li dijî tundiyê li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek. Li Balikesîrê xwedîderketineke xurt heye. Ev jî bi me re kelecaneke mezin dide afirandin.”   Çîgdem Razî jî wiha axivî: “Bila pirsgirêkên li welat êdî bi dawî bibin, em dixwazin bêhnê bistînin. Em ê ji Balikesîrê herî kêm wekîlekî bişînin Meclisê. Ev potansiyela me heye. Bi gel re coşeke mezin heye.”   MA / Delal Akyuz