Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin 2023-04-26 22:39:17       ENQERE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Enqereyê bi gel re hat ba hev û got: “Di hilbijartinê de yekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e.”   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û namzetên parlementeriyê yên Enqereyê li Parka Ahmet Arîf a li Sokûllûya Enqereyê tev lİ civîna gel bûn. Rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) û Zanîngeha Enqereyê û gelek kes tev li civînê bûn. Civîna gel bi gerandina govendê dest pê kir û bi axaftinan dewam kir.   Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu got: “Di 15’ê Gulanê de em ê bi hev re hem Demîrtaş ji Edîrneyê derbixin û hem jî hemû hevreyên xwe yên girtiyên Kobanê bi konvoyan ji Sîncanê bînin.”   Namzetê parlementeriyê ya Enqereyê Emîralî Turkmen jî wiha got: “Em ji bo di 14’ê Gulanê de vê pergalê biguherînin dikevin rê. Ev rêwîtî têkoşîna guhertin û veguhertina jiyana 100 salî ye.”   Namzet Îhsan Seylan, bertek nîşanî operayonên qirkirina siyasî da û Metîn Kiliç jî peyama, “Em ê teqez bi ser bikevin" da.   ‘WÊ BERXWEDAN BI SER BIKEVE’   Ûçar di civînê de mafê axaftinê girt û têkîldarî êrîşên qirkirinê ev tişt got: “Bi sedan hevalên me di girtîgehan de ne. Ev encama rejîma yek zîlamî ye. Çiqas tundiya desthilatdariya heyî hebe, sed qet berxwedana vî gelî û hevalên me yên girtî heye. Wê berxwedan bi ser bikeve. Bila gumanên tu kesî nebin.”   Ûçar di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hilbijartinên 7’ê Hezîranê nîvço ma, êdî dema temamkirina vê ye. Hilbijartina 14’ê Gulanê wê bibe hilbijartineke ku em ê bi ser bikevin û ew ê têk biçin, tu gumanên me tune ne. Li vir kirdeya herî xurt a têkoşînê hevalên me yên jin in. Ev têkoşîna jinan bû jin, jiyan, azadî. Di hilbijartinê de yekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e. Em ê piştî hilbijartinê di avakirina welatekî demokratîk de rol bilîzin, bila gumanên tu kesê nebe. Em ê vê ser bixin, bi hev re biguherînin. Em li vir in û em ê bi ciwanan re biguherînin. Bila rêya me hemûyan vekirî be; em ê govenda xwe ya herî mezin di 15’ê Gulanê de bigerînin.”