Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in 2023-04-26 14:38:11   ENQERE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di vekirina buroya hilbijartinê de axivî û got: “Ji bo em sedsalek nû ava bikin û biafirînin em li vir in û em tên.”    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li buroya hilbijartinê ya Batikenta Enqereyê bi gel re civiya. Buro bi alên partiyê hatin xemilandin û govend hat gerandin. Dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Kiliçgun Ûçar bi kêfxweşiyek zêde hat pêşwazîkirin.    ‘YÊ WE TUNDIYA WE HEBE YÊ ME JÎ BERXWEDANA ME HEYE’    Ûçar bertek nîşanî operasyona duh li 21 bajaran hat lidarxistin da û got: “Duh em bi kompasa li dijî hilbijartinê şiyar bûn. Hûn çi dikin bikin lê gelê me zû ve biryara xwe daye û rêya xwe diyar kiriye. Navê rêya me Rêya 3’yemîn e. Li dijî faşîzm û tundiya AKP-MHP’ê li her deverê berxwedan heye. Berxwedêrên Rêya 3’yemîn hatin binçavkirin. Hevalên me hatine binçavkirin, serê xwe li ber vê îktidarê netewandine û li ser vê xetê dengê xwe berz kirine. Tevî hemû zextan jî berxwedana çapemeniyê û siyasetmedaran berdewam dike. Dixwazin hiqûqzan û hunermendan li gorî xwe teşe bikin. Lê têkoşîna huner û hiqûqê heye. Em hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê berpirsiyarên berfirehkirina vê berxwedanê ne. Em ji îktidar û rejîma yek zilamî re dibêjin; heke yê we tundiya we hebe yê me jî berxwedana me ezamet heye. Heke hûn bi tundiyê tên em jî bersivdayîna bi berxwedanê amade ne. Ji bo em vê paytextê bikin paytexta mirovahiyê em tên. Ji bo em sedsalek nû ava bikin û biafirînin em li vir in û em tên. Em ê bi ser bikevin. Bi rastî jî em ê biguherînin.”