Abdullatif Şener: Têkiliyên navneteweyî li ser berjewendiyan bi rê ve diçin 2018-04-07 09:04:09 ENQERE –Yek ji avakarê AKP’ê Abdullatîf Şener, nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê û geşedanên li Sûriyeyê nirxand û got: “Têkiliyên navnetewî di ser berjewendiyên aborî re tên birêvebirin.”  Têkiliyên navnetewî û têkiliyên aborî yên Tirkiyeyê bi destekkirinê bi rê ve diçin. Tirkiye tawîzan dide hin welatan û bi vî awayî dixwaze karîgeriya xwe ya di siyaseta li herêmê de zêde bike. Di vê çarçoveyê de herî zêde têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re bal dikişînin. Herî dawî di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de civîneke bilind çêbû. Ev civîn hem asta navnatewî ya pirsgirêka kurd nîşan dide hem jî nîşan dide ka polîtîka çawa di ser têkiliyên aborî û bazirganiyî re şikil digire. Alîgirê Serokwezîr ê berê û yek ji avakarên AKP’ê Abdullatîf Şener, got têkiliyên navnetewî li gorî berjewendiyên aborî û bazirganiyî şikil digirin.    Şener ku got, di demên dawî de têkiliyên navnetewî tevî têkiliyên berjewendiya aborî bi rê ve diçin got: “Her temaseke bi derve re, berjewendiyeke aborî di rojeva xwe de dihebîne.”    Şener, diyar kir ku di hevdîtina Pûtîn û Erdogan de mijarên sereke yên aboriyê bûn û divê ev yek bi awayekî nexweş neyê dîtin. Şener got: “Tişta hûn jê re dibêjin Akkûyê veberhênaneke mezin e ku bi 20 milyar dolarî ye. Ev veberhênan hem ji bo Tirkiye hem jî ji bo Rûsyayê girîng e. Her wiha kirîna fuzeyên S-400, di navbera Tirkiye-Rûsyayê de çêkirina xeta petrolê jî veberhênanên aborî yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ne. Lê herî zêde Rûsya dixwaze li ser Tirkiyeyê veberhênaniyê pêk bîne. Em dibînin ku Tirkiye bi awayekî ku tesîrê li têkiliyên navnetewî dike bi Rûsyayê re tevkariyê dike.”    Lê belê li gor Şener ev nîşane, gotinên hikûmetê yên wekî “em siyaseteke serbixwe dikin” pûç dike. Fikra Şener a di vî warî de wiha ye: “Tiştekî bi navê kûrewîbûyînê heye. Êdî wateya sînoran ne wekî berê ye. Dema mirov li beriya 90’î dinere, sînor ji bo welatan qadeke parastinê ya mezin bûn. Mirov, sermaye, mal, agahî bi zorê derbasî wî alî dibûn. Lê niha cîhan veguheriye civakeke torî û her tişt bêyî ku guh bide sînoran li rûerdê tim digere. Ji ber lez û beza vê gerînê welat bûne pêgirtiyên hev. Êdî bi têgehên berê derfeta lêpirsîna hin tiştan tune ye. Eger berjewendiyên hêlekê ji bo hêla din bi kêr bên, wateyê li xwe bar dike. Îjar ev têkiliyên aborî, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê zêdetir dikin. Ev yek tenê li qada aborî namîne, ev têkilî tevkariya siyasî jî pêşve dixe.    Ji berê ve di polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê de pîvana polîtîkayeke piralî heye. Têkiliyên xwe hepsî cihekî tenê nake. Lê herî zêde jî berê xwe dide rojavayê (ya cîhanê). Ji sala 1950’î ve têkiliyên xwe yên bi YE û DYA’yê re tim li pêş girtiye. Lê di demên dawî de em dibînin ku bi Erdogan re têkiliyên bi YE’yê re bi awayekî biryardar nayên birêvebirin. Lê wisa difikirim ku hîn jî têkiliyên di navbera Erdogan û DYA’yê de hêzdar in. Carinan wekî ku pirsgirêk hebin xwe didin der, lê ez tev li vê yekê nabim. Di serdana Tillerson de behsa tevkariya stratejîk a Tirkiye û DYA’yê hat kirin. Polîtîkayên Erdogan ên wekî ku ji DYA’yê qut dibin dixuyên, di asasê xwe de bi awayekî tevkariya bi DYA’yê re di xwe de dihebînin. Xistina balafira Rûsyayê û dû re piştî pêvajoya lihevkirinê Astan rû da û bi vê yekê re Rûsya di polîtîkaya derve ya bi Tirkiyeyê re karîgeriya xwe zêde kir. Ev zîrweya sêmendî jî ev polîtîka di ber çavan re derbas kirin. Ev nayê wateya ku ev her sê welat di hemû mijaran de mutabiq in. Tirkiye li hêlekê vê mekanîzmayê girîng dibîne, li hêla din jî ji bo sinyalên ku dê ji DYA’yê bên bi hesasî tev digere.”    Şener, destnîşan kir ku ligel hemû binpêkirinên mafan û temayûlên otorîterî yên her diçe zêdetir dibin jî, têkiliyên YE û rojavayê yên bi Tirkiyeyê re li ser esasên berjewendiyên aborî ne. Şener got: “20 sal berê, eger me ev geşedan binirxandana, me yê bigotana têkiliyên Tirkiye û YE’yê bi temamî hev qut bûne. Lê êdî YE jî di nav de, hemû hêzên cîhanê li dor berjewendiyan têkiliyan datînin. YE, li gor derdorên din hinekî cudatir e. Ev jî ji ber ku qîmetê dide nirxên demokratîk û mafên mirovan. Lê mixabin her çend ev tişt li YE’yê zêde bin jî û her çend li Tirkiyeyê li dijî van nirxên YE’yê liv û tevger hebin jî, nikarim bêjim têkiliyên Tirkiye û YE’yê ji hev qut bûne. Mixabin YE û welatên endamên wê li gor berjewendiyan têkiliyên xwe pêş ve dixin. Êdî YE ne wê YE’ya berê ye.” Şener diyar kir ku gotinên Tramp ên “Em dixwazin ji Sûriyeyê vekişin, lê eger Erebîstan pereyê wê bide em ê bimînin” mînake herî berbiçav a van têkiliyên li gor berjewendiyan şikil digirin. Şener got, YE jî heman polîtîkayê dimeşîne.    Şener geşedanên li Sûriyeyê jî nirxand û got: “Li rojhilatê Firatê DYA û PYD heye, li rojavayê Firatê jî avaniyeke ku dê OSO û Tirkiye tê de cih bigirin derdikeve holê. Wê ev avanî ber bi ku ve biçe, wê di pêşerojê de çi biqewime? Lê tişta ez dizanim, der barê Sûriyeyê de ji 3 senaryoyan zêdetir senaryonên perçekirinê jî hene. Dibe sernaryoyeke duyemîn be. Di tevkariya DYA û Tirkiyeyê de, li hemberî namzetiya Esad dibe namzetekî Serokomariyê yê OSO’Yê be. Derdorên têkildar ên em bi wan re diaxivin dibêjin ev îhtimaleke xurt e. Lê di siyasetê de gelek caran hatiye dîtin ku îhtimalên lawaz vediguherin îhtimalên xurt. Hevalên ku em bi hev re nîqaşê dikin, diyar dikin ku wê yekpareyiya xaka Sûriyeyê bi demdirêjî bê parastin, wê avaniyek tenê mayîn be û ew jî girêdayî lihevkirina navbera dewleta Sûriye û kurdên Sûriyeyê ye. Wê dewleteke federe be, sînorê wê çawa bin… Lê ya xwe dide der ew e ku wê avaniyeke xwemalî ya kurdan derkeve holê.    Her çend rêveberên AKP’ê li hemberî hebûna PYD’ê daxuyaniyên tund bidin jî û her çend ketibin Efrînê jî, lê ji bo polîtîkayên ku dê derkevin holê û tundiya wan pir ne bawer im. Pûtîn di daxuyaniya xwe ya hevpar de got ‘Kurd unsûrên sereke yên Sûriyeyê ne û wê di hemû pêvajoyan de cih bigirin.’ Her çend Birêz Erdogan berê bi awayekî cuda tev geriya be jî, lê li cem Pûtîn nikaribû bersiva van pirsan bide. Divê em zanibin ku tu tişt ne tund e û nayê wateya ku dê neguhere. Berê asta têkiliyan cuda bû. Tirkiye 3-4 caran Salih Muslim vexwand. Dema Tirkiye tirbeya Şah Suleyman ji DAIŞ’ê xelas kir, di veguhastina wê de ya ku jê re bû sîper PYD bû. Li tiştên berê û yên niha diqewimin dinihêrim tam bereksê hev in. Tiştên ku dê di pêşerojê de biqewimin, ma wê berovajî yên niha bin?    MA / Kenan Kirkaya