Bîlgen: Zanîngeha Osmangazî cewherê OHAL'ê ye 2018-04-06 13:54:06   ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser kuştina 4 akademisyenên Zanîngeha Osmangazî ya Eskişehîrê û wiha got: "Kuştina 4 akademisyenên Zanîngehê cewherê rastiya OHAL'ê ye."    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, li navenda Giştî ya HDP'ê der barê geşedanên dawî de civîna çapemeniyê pêk anîn Bîlgen, ewil bi minasebeta 6'ê Nîsanê roja Rojnamegerên hatin kuştin, rojnamegerên hatine kuştin bibîr anî. Bîlgen, bal kişand ser niqaşên mafê axaftinê yên koman ên li meclîsê û wiha got: "Di peymanên navneteweyî yên hemû cîhanê de pîvan diyar e. Rêzika navxweyî ya meclîsê diyar e. Di xalên 60 û 81'emîn de pir aşkere ye. Lê mixabin ne peyman û ne jî zagon li ber çavan tê girtin. Mixabin  Serokê Meclîsê rêziknameyê tune dihesibine. Bi pêşniyarnameyan rêziknameya navxweyî tune dihesibînin. Ev yek nayê qebûlkirin."     ‘DÎMENA LI ZANÎNGEHA OSMANGAZÎ CEWHERÊ OHAL'Ê YE'   Bîlgen, bal kişand ser kuştina 4 akademîsyenên Zanîngeha Osmangazî ya Eskişehirê û anî ziman ku ev cewherê OHAL'ê nîşan dide. Bîlgen, da zanîn ku ger polîtîkaya ewlehiya welat li ser îxbarê ava bike dê encam kuştina 4 akademîsyenan be. Akademisyen, keya û hemû kesî sewqî îxbarvaniyê dikin. Bedelê pêvajoya OHAL'ê niha beşê civakê didin. Guhertinê hemaletiyê bi KHK'yan kirin. Buhabûna pereyên biyanî ya li hemberî TL li holê ye. Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan diyar dike ku aborî baş e û pirsgirêk tune. Niha di nava kaosê de aboriyê bi rêve dibin. Dawîz sînor derbas kirin. Yek ji encama polîtîkayên şaş Akkuyu ye. "