Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê 2023-03-11 12:37:12   MEREŞ - Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li Elbistanê axivî û got: “Wê ji niha şûn ve her kes di malên li ber erdhejê li ber xwe bidin û biewle de rûnê.”   Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû serdana navçeya Elbistana Mereşê ku navenda erdhejê bû kir. Kiliçdaroglû û şandeya pê re serdana konbajarê ji bo mexdûrên erdhejê hatiye çêkirin, kirin. Kiliçdaroglû li rewşa mexdûran pirsî û li gilî û gazinên wan guhdar kir. Kiliçdaroglû li vir bersiva pirsên rojnamevanan da.    ‘HERKES WÊ DI XANIYÊN EWLE DE RÛNE’   Kiliçdaroglû spasiya şaredariyên wan ku li herêma erdhejê dixebitin kir û dest bi axaftina xwe kir. Kiliçdaroglû sersaxiyê ji qurbaniyan û xizmên wan re xwest. Rojnamevanan têkildarî ranta ku parlamenter û rêveberên AKP’ê li Elbistanê kirine ji Kiliçdaroglû pirsîn û namzet Kiliçdaroglû wiha got: “Wê ji niha şûn ve her kes di xaniyên ku li ber erdhejê li ber xwe bidin de rûnê. Li herêmên erdhejê wê her kes di xaniyên biewle de rûnê.”    Kiliçdaroglû piştî bersiva pirsên rojnamevanan da û derbasî konbajarê aydî Şaredariya Enqereyê ku ava kiriye bû û li konê zarokan bi zarokan re civiya.