Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike 2023-03-10 10:38:34     ENQERE - Serokkomarê AKP’î Erdogan wê îro biryara hilbijartinê aşkere bike.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan biryara têkildarî hilbijartina ku di 14’ê gulanê de bê kirin wê îro saet di 14.00’an de aşkere bike. Erdogan ê ku wê biryara nûkirina hilbijartinê bi dayina daxuyaniyekê li Beştepeyê îmze bike, wê biryara xala 116’emîn a Destûra Bingehîn werbigire û di Rojnameya Fermî de bê weşandin. Di 14’ê gulanê de yekşema yekemîn a piştî 60 rojan wê sindoq bên danîn.