Kiliçdaroglû: Kêmek ma ye em textê zaliman hilweşînin 2023-03-07 16:16:52 ENQERE - Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû cara dawî di civîna koma CHP’ê de axivî û wiha got: “Serê we bila bilind be, ji ber ku kêmek ma ye em textê zaliman hilweşînin. Ez bi we serbilind im.”    Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di civîna koma partiya xwe de cara dawî axivî. Kiliçdaroglû got ku dê Tirkiyeyê jinûve ava bikin û ev tişt anî ziman: “Ez ji bo xatirê bixwazim li vê derê me. Tiştekî hêsan nîne ku mirov her tiştekî jiyayî li pey xwe bihêle û xatirê bixwaze. Ev kursî mala min e, hûn jî rêhevalên min in. Ez dixwazim ji vê derê cara dawî li we binêrim.”    Bi domdarî Kiliçdaroglû wiha got: “Tiştekî hêsane ku mirov bibe rêhevalê Qesrê. Ki wir pere heye, nav û deng bûn heye, hêz heye, nefsmezinî û heram heye. Bêhna zilmê ji korîdorên wê tê. Lê rêhevaltiya bi Bay Kemal re hêsan nîne. Ev rê, rêyeke zirav û dirêje ku tije talûke ye. Di her kêliyê de dibe ku her tişt bi serê we bê. Hûn her sibehê dibêjin ya nesîb, xatirê ji malbata xwe dixwazin û diçin. Pere tune ye... Ez serbilind im ku gihiştim wê şerefê ku bi we re da ser vê rêyê. Em ê bi hev re bimeşin. We Bay Kemal tercîh kir, biryar da û min jî ev ji bîr nekir û li dilê xwe nivîsand. Ji bo mirov bi Bay Kemal re bimeşe, divê mirov dilwêrek be. Ew dil jî bi we re heye.”    ‘EM Ê TEXTÊ ZALIMAN HILWEŞÎNIN’   Kiliçdaroglû, axaftina xwe wiha qedand: “Serê we bila bilind be, ji ber ku kêmek ma ye em textê zaliman hilweşînin. Ez bi we serbilind im. Xwedê ji we tevan razî be, heqê xwe li min helal bikin. Wisa li wan qesriyan nenihêrin, weke ku her tiştê wan hebe xuya dikin lê tu tiştekî wna nîne. Ruhê wan tarî bûye lê her tiştê me heye. Dilekî me yê mezin heye ku bo mazluman lê dide. Ez li ser vî kursîyî li ser navê rûmeta mirovên me, qedera demokrasiyê cara dawî diaxivim. Ez bi hêvî me hevalno, şad im.    Herî dawî jî Kiliçdaroglû yek bi yek navê serokên giştî yên partiyên Tifaqa Milet, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş  bi lêv kir û qala têkoşîna hevpar kir.