Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê 2023-03-03 16:42:05   ENQERE - Piştî ku Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener ji Tifaqa Millet veqetiya, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû got: “Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê.”   Duh lîderên 6 partiyan li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê di civîna 12’emîn de li hev civiyabûn û li ser namzetiya serokkomariyê nîqaş kiribûn. Beriya ku hemû lîder li ser namzetiya serokkomariyê ya Kemal Kiliçdaroglû li hev bikin, Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener ji maseya Tifaqa Millet veqetiya. Akşener a ku ji duh êvarê ve bi rêveberên partiya xwe re civîn li dar dixist, îro vê daxuyaniyê da: “Maseya şeşan wesfa biryarên îradeya millet pêk neaniye û winda kiriye.”    Piştî daxuyaniya Akşener, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di daxuyaniya ewil de ku da wiha got: “Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê.”    Kiliçdaroglû piştî vê daxuyaniya xwe derbasî Navenda Giştî ya Partiya xwe bû û Desteya Rêveberiya Navendî ya CHP’ê bi awayek awarte dicivîne.