Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin 2023-02-14 13:48:28   ENQERE - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di 9 rojên erdhejê de tu deng jê derneket, îro xuya kir û weke her carê, dîsa gef xwarin.    Li gel ku navbera xebatên qanûnî hatiye dayîn jî, tekane partiya li Meclisê civîna komê li dar xistî MHP ye. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di 9 rojên erdhejê de tu deng jê derneket, îro derket pêşberî kamerayan û weke her carê, careke din siyaetmedar, hunermend û gelê ku piştevaniyê didin mexdûrên erdhejê hedef girt û gef xwarin.    HUNERMEND HEDEF NÎŞAN DA   Bahçelî îdia kir ku ji bo xebatan asteng neke neçûya herêmê erdhejê û geşedan li Enqereyê şopandî ye. Mexdûrên erdhejê digot “Dewlet tune ye” û Bahçelî ji ber vê gotinê heqaret li mexdûrên erdhejê kir. Bi domdarî Bahçelî Komeleya AHBAP’ê û Babala TV hedef nîşan da, weke “sextekar” pênase kir û got ku divê êdî li ser televîzyonan kesek cih nede wan.     GEF LI AHMET ŞIK XWAR    Bahçelî, Parlamenterê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şık ku nebûna dewletê ya li herêmên erdhejê rexne kiribû jî hedef girt û xwest ku parlamenteriya Şik wî were xistin û ji Meclisê bê avêtin. Her wiha Bahçelî penaber jî hedef girt û wiha got: “Bênamûsên ku talan û diziyê dikin divê ji hemwelatîtiyê bên derxistin û li welatên wan bên vegerandin.”