‘Eger Tirkiye gavan navêje dê têkiliyên bi YE'ê re xelas bibe' 2017-10-09 11:39:18 AMED - Endamê Meclisa DBP'ê Abbas Hilmi Azîzoglu, pêşniyar û rexneyên Komîsyona Venedîkê yên der barê Tirkiye de nirxand û diyar kir ku ger Tirkiye pêşniyarên komîsyonê pêk nîne dê têkiliyên bi YE'ê re bi tevahî xela bibe. Koyîsyona Venedîkê ya Yekîtiya Ewropa, Tirkiye hişyar kir û xwest pêvajoya KHK û OHAL'ê bi dawî bike û şaredariyên qeyûmên hatine tayînkirin dîsa dewrî DBP'ê bike. Endamê Meclîsa DBP'ê Abbas Hilmi Azîzoglu, rapora komîsyona Venedîkê ya der barê Tirkiye de nirxandû wiha got: "Ji ber ku hikûmeta AKP'ê têkçûna 7'ê Hezîranê qebûl nekir dest bi planên tasfiyekirina siyasetmedarên kurd kir. Yek ji binpêkirina herî mezin desteserkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman bû. AKP'ê bi riya OHAL û KHK’yan vîna kurdan desteser kir. Dest bi perçekirina şaredariyên kurdan kirin.    GER KU TIRKIYE HEWCEHIYAN PÊK NÎNE DÊ TÊKILIYÊN BI YE'Ê RE BIQEDIN   Azîzoglu, bal kişand ser pêşniyarên Komîsyona Venedikê û wiha got: "Biryarên Komîsyona Venedikê girîng in. Biryarên Komîsyona Venedikê di milê Konseya Ewropa de di asta tavsiyeyê ye. Berê jî li ser tavsiya Konseya Ewropa, Yekitiya  Ewropa hemû muzakereyên bi Tirkiye re rawestand. Divê Tirkiye li gorî van biryaran tev bigere. Ger ku Tirkiye van biryar û pêşniyaran li ber çavan negire dê têkiliya xwe ya bi Yekîtiya Ewropa re xelas bike. Armanca Tirkiye ku têveve Yekîtiya Ewropa heye. Ger ku Tirkiye naxwaze ji Yekîtiya Ewropa qut bibe, divê pêşniyar û daxwazên Komîsyona Venedîkê pêk bîne. "