Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe 2023-01-17 13:34:33   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bang "Hêviya xwe bi salnameyan ve girê nedin" li Tifaqa Cumhur kir û got: "Hûn têk biçin. Zêde nekevin pey lêgerîna salnameyên hilbijartinê. An di hilbijartinek zû an jî dereng de hûnê çem û çem biçin."    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan civîna koma partiya xwe ya Meclîsê li dar xist. Siyasetmedarên kurd Ahmet Turk û Sirri Sakik, Gulser Yildirim, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl, Seroka Sendîkaya Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Gonul Adibellî û rêveberên Hereketa Azadî û nûnerên gelek saziyên sivîl tev li komcivînê bûn.    Bûldan bi bîr xist ku wan mitînga xwe ya destpêkê ya Tifaqa Ked û Azadiyê di 15’ê çile de li dar xistine û got: “Ez we bicoşa mitînga me ya Stenbolê silav dikim.”   BÎRANÎNA HRANT DÎNK    Bûldan bi bîranîna salvegera 16’emîn a qetilkirina rojnamevanê ermen Hrant Dînk dest bi axaftina xwe kir û got: “Apharingê hêja, me kene te ji bîra nekiriye. Me wê xeyala te ya welatek azad û aştiyane ji bîr nekiriye. Helbet me wan hêzên tarî ku te ji nava me qetandin jî ji bîr nekiriye. Me yên ku kujeran diparêzin, rê li ber komkujiyan vedikin hîç ji bîra nekir û em ê nedin jibîrkirin. Bila ew kujer û berpirsiyarê qetlîman û cînayetan baş bizanibin ku wê rojek hesab ji wan bê xwestin û wê ev welat bi pêvajoya edaletê û hevrûbûnê re rûbirû bibe. Wê tu tiştek, tu cinayet û tu komkujî di tariyê de nemîne. Helbet ji bo ev tarî bi dawî bibe û ev welat derkeve rojên ronahî hindik ma. Teqez em ê aştiyê, hezkirinê, demokrasiyê ûazadiyê bînin ser vê axê.”    MITÎNGA TIFAQA KED Û AZADIYÊ    Bûldan diyar kir ku wan mitînga Stenbolê ya Tifaqa Ked û Azadiyê bocoş li dar xistiye û wiha got: “Me hemûyan bi hev re got; ji şer, feqîrî, kedxwarî, tecrîd û bêedaletiyê re na. Ji bo em vî welatî radestî tarîtiyê nekin, me li wê qadê soz da gelê xwe. Em hatin ba hev ku em dikarin vî welatî radestî tarîtiyê nekin. Ji bo em bi ked û azadiyê guhertinê pêk bînin, me yekitiya sozdayînê çêkir û hêza yekitiyê ava kir. Me li mitîngê jî got û em li vir jî dibêjin, ev hê destpêk e. Em mezintir dibin, bihêztir dibin û em bi girseyîtir tên. Em wek ked, azadiyê tên. Em ji bo sozdayîna bihêz a ji bo siberojê tên. Ev hevgirtin ango hevkariya siberojên azad e. Ev hevgirtin û birydardarî ya em vî welatî ji tarîtiya îktidara AKP-MHP’ê rizgar bikin e. Me ji destpêkê ve digot, ji bo em bi ser bikevin û destkeftiyan bi dest bixin derketine rê. Em îro heman tiştî dîsa dibêjin. Em ê teqez fînala mezin û serkeftina mezin ji gelê xwe re bînin. Bi taybetî ez dixwazim vê destnîşan bikim; bloka AKP-MHP’ê bi doza girtina partiya me, desteserkirina alîkariya xezîneyê û bi taybetî ji bo di pêvajoya hilbijartinê de rewşek nediyar biafirîne çi ji destê wê tê dike.”    ‘DIXWAZIN KU BÊ HDP HILBIJARTI PÊK WERE’    Daxuyaniya Bûldan wiha ye:    “Em dibînin dikin ku hilbijartinek bê HDP’ê pêk were. Dixwazin vê gote gotê di nava xelkê me de belav bikin. Ez li vir pir eşkere dibêjim, hemû hewldanên wê vikûvala ne. Hem ji bo HDP hem jî ji bo gelê me tu rewşek ku nediyar be nîne û wê nebe jî. Divê xelkê me xwe li sariyê daneyne û bêhêvî nebe.    EM Ê WE DI SINDOQÊ DE TÊK BIBIN    Armanca HDP’ê û gelê me ew e ku em demildest vê pergala îktidarê biguherînin û wan têk bibin. Rojeva HDP’ê tenê HDP û gelê me dikare diyar bike. Armanca têkoşîna me ew e ku em vî welatî ji hemû tegezariyan rizgar bikin û siberojek aram û demokratîk ava bikin. Kes wê nikaribe vê rojevê bitguherîne. Her tiştê me zelal û eşkere ye. Em ê we di sindoqan de têk bibin. Nokte. Ewqas! Em ê dost û tifaqên xwe mezin bikin û em ê li ser rêya armancên xwe bimeşin. Hêviya me wek kenê zarokekî zindî ye, kolanên me zindewar in û ciwan dinamik in. Berxwedana bi heybet a jinan wêrek û zelal e.    HDP WÊ HILBIJARTINÊ DIYAR BIKE    A rast AKP-MHP nizanin çi bikin, ketine nava hilepitkê. Rewşa wan pir zelal e. Ji bo îktidarê rewşek aloz ango nediyar nîne. Çimkî wê winda bikin û wê têk biçin. Lê em soz didin gelê xwe ku em ê bi wan bidin windakirin û wan têk bibin. Tifaqa Ked û Azadiyê wê vê pergalê biguherîne. Wisa hêviya xwe bi wê fermana girtinê ku we daye ve girê nedin. Qet nekivin wê xeyala ku wê hilbijartin bê HDP’ê pêk bê. Hêza diyarkirina hilbijartinê helbet HDP ye. Helbet Tifaqa Ked û Azadiyê ye.    HÊ JÎ DI SENDROMA 7’Ê HEZÎRANÊ DE NE    Niha hûn dizanin, îktidar ketiye pey salnameya hilbijartinê û li dîroka wê digere. Her tim her tiştî bixweşî nîşan didin. Ji roja ku wê têk herin ji vekişandina wê ditirsin. Helbet ji bo wan hilbijartinek zor e. Çimk î ji Hezîranê ditirsin. Çimkî hê jî di sendroma 7’ê Hezîranê de ne. Tifaqa AKP-MHP’ê ku di xwaze xwe li nîsan û gulanê bigire diçe û tê. Ez ji we re bêjim dîroka ku hûnê herin û êdî neyên. Teqez tûra duyemîn a vê hilbijartinê di hezîranê de ye. Ez bi taybetî dixwazim diyar bikim ku hûn nikaribin ji Hezîranê birevin.    HÊVIYA XWE BI SALNAMEYAN VE GIRÊ NEDIN    Ez ji we re dibêjim hêviya xwe bi salnameyan ve girê nedin. Rojek ku wê rizgar bike jî nîne. Ya hûnê di hilbijartinek di dema xwe de pêk were winda bikin an jî hûnê di salnameyek hildin pêş de çem û çem, av û av biçin. Hemû rê çûna we nîşan didin. Em di pêvajoyek ku her tişt qedexe ye û demorkasî, aştî, azadî, hiqûq û edalet nîne de diçin hilbijartinê. Her cure mafên mirovan û jinan hatine binpêkirin û desteserkirin. Li her deverê keda mirovan tê xwarin û li ser erdnîgariya me talana mezin a xwezayê pêk tê. Em atomosferek wiha de diçin hilbijartinê.    BÊHIQÛQIYÊ JI TECRÎDA ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR    Pêvajoya ku Tirkiye xistiye nava van şert û mercên giran, bi pergala tecrîdê ya zîhniyeta AKP-MHP’ê dest pê kir. Em hemû dizanin ku destpêka rejîma bêhiqûqî ya ku welat dorpêç kiriye, bi tecrîda Îmraliyê hatiye dayîn. Bi îzolasyonê dest bi nîzama hiqûqî ya rawestandî kirin, pergalek ku tê de hemû pîvanên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî nayên tetbîqkirin. Pergala tecrîdê ya li ser birêz Ocalan hatiye pêşxistin pêl bi pêl li tevahiya welat belav kirin. Derdora tecrîda siyasî li hemû raya giştî ya demokratîk, bi taybetî partiya me û hêzên demokrasiyê dirêj kirin. Dema ku me ji destpêkê ve bal dikişand ser tecrîdê, em rastî van rojan dihatin. Me got rejîma bêhiqûqî û zilmê wê her kesî dorpêç bike. Me got her pirsgirêkek bê çareserî û înkarkirin dê bi bedelên giran vegere vî welatî. Îro di qonaxa em gihîştinê de tam jî vê tarîtiyê vedibêje. Mînaka dawî ya vê yekê jî em careke din ku dixwazin peyamên hêja Selahattîn Demîrtaş asteng bikin û ku peyamên wî negihîjin raya giştî.    EM LI BER TECRÎDÊ RABIN    Ji wan ve ye ku wê hêja Demîrtaş bêdeng bikin. Demîrtaş bi milyonan kes e û hûn nikarin bi milyonan kes bêdeng bikin. Hûn nikarin dengê gel qut bikin. Hûn nikarin siyasetmedarek ku di nava dilê bi milyonan gelê xwe de cih girtiye, bi tecrîdê, zextan û qedexayan asteng bikin. Lewma ez carek  in ji vê dere gazî dikim; werin em hemû bi hev re li dijî polîtîkaya tecrîdê ya îktidarê îtîraz bikin û bi hev re li ber tecrîdê rabin Em hêrsa xwe bêtir bikin da ku ev tecrîda girankirî rabe. Em pêşî li bêhiqûqî û bêedaletiyê bigirin. Îktidar dixwaze bi zextan, tecrîdê û şer kampanya xwe ya hilbijartinê bi rê ve bibe. Em sînyala vê yekê ji daxuyaniyên wan dibînin.    EM Ê MIZGÎNIYA NAMZETÊ/A XWE BIDIN WE    Wek ku me berê jî eşkere kiribû, em ê bi namzetê/namzeta xwe bikevin hilbijartinê. Em ê di demek kin de namzetê/namzeta xwe ya Serokkomariyê ji raya giştî re eşkere bikin û mizgîniyekî bidin gelên xwe. Ez carek din destnîşan dikim ku em ê bi nazmetek ku mafên jinan, mafên gelan, mafên hemû nasname, reng, ziman û çandan, mafê kedê û azadiyan biparêze biçin hilbijartinê. Em li her qadê hene, em li qada têkoşînê li qada berxwedan û li qada hilbijartinê hene. Em li qada siyasetê hene û em ji bo pêşbaziyê jî hene. Em di serokkomartiyê de jî hene. Ji bo em vî welatî bi şiklek demokratîk bi rê ve bibin, helbet ew îdia me jî heye. Em bi têkoşîn û hêza gelê xwe li ser pêya ne û em bi vê hêzê derî li serdemek nû vekin. Bawer bikin dem dema Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Dem dema tifaqa kurdan e. Dem dema dema tifaqa ciwan û jinan e. Dem dema fikr û ramanê HDP’ê ye.