CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir 2023-01-12 14:21:13   ENQER - Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû artêşa trolan ava kiriye û vê torê bi wêneyan eşkere kir.    Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Ozel di civînê de dosyeya têkildarî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku amade kiribû, bi raya gişti re parve kir. Ozel destnîşan kir ku ji roja ku Soylû bûye Wezîrê Karên Navxweyî heta roja îro artêşa trolan ava kiriye. Ozel anî ziman ku Emîn Şen ê serşêwirmendê Soylû bajêr bi bajêr di bin navê “perwerdehiya medya civakî” de perwerdeya troliyê daye endam û rêveberên AKP’ê. Ozel belgeyên trolên Soylû yek bi yek parve kir û têkildarî şirketên Emîn Şen û şirîkên wî agahiyan belav kir.    Ozel lîsteya referansê ya SM360 Ajans a şîrketa Emîn Şen parve kir û vê şîrketê ji emniyetê û cendirmeyê re jî kar kiriye.    Ozel diyar kir ku bi navê "Tevgera Ebabîl" a girêdayî Soylû bi artêşek trol a 8 hezar kesî re dixebitin û Emîn Şen serkêşiya vê artêşa troliyê dike.      Ozel di berdewamiya axaftina xwe de hûrguliyên vê şebekeyê ango artêşa trolan vegot û paşê pirsên rojnamevanan ên têkildarî mijarê bersivand.