Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin 2023-01-11 13:35:05   ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Serhat Eren, diyar kir ku Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn weke siyasetmedarekê daxuyanî dan û anî ziman ku Şahîn tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin.     Danişîna doza ku piştî di 21’ê hezîranê 2021’an de îdianameya bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji hela Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatibû amedekirin, hate qebûlkirin berdewam dike. Piştî parastina HDP’ê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) duh biryar da ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn bi devkî were guhdarkirin. Şahîn, duh di îfadeyên xwe yên devkî yên li AYM’ê de rûniştina kesên li ber Rêxistina HDP’a Amedê ji bo girtina partiyê weke delîl nîşan da.    ZIMANÊ DIJMINATÎ Û NEFRETÊ    Lê axaftinên ku Şahîn kirine hêj ji HDP’ê re nehatine teblîxkirin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Serhat Eren, anî ziman ku Şahîn bi mutalaaya xwe ya devkî hewl da bi daxuyaniyên spekulatîf ên rastiyan nîşan nadin, feraseta mafdariyê bide avakirin. Eren, diyar kir ku Şahîn li dijî HDP’ê zimanê nefret û dijminane bi kar tîne û bal kişand ku di îdianameya doza girtinê û daxwaznameya bloqekirina hesaba alîkariya Xizîneyê de jî heman îfade hebûn.    WEKE SIYASETMEDAREKÊ DAXUYANÎ DA    Eren, bi lêv kir ku tevî Şahîn Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind e, weke siyasetmedarekê daxuyanî da û wiha got: “Gotinên wî yên ku ji bilî bibin mijara dozê di qada siyasetê de jî nabin mijara rexneyê, bêtehamuliya wî raxist li ber çavan. Ji bilî dozgerekî ku di dozê de delîlên ku wê rê li ber girtina partiya me veke pêşkeş bike, me dozgerekî ku ji bo partiya me bide girtin tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin dît. Bi avakirina hişmendiyê re hewl da mafdarbûna xwe nîşan bide.”   BIRYARA DTP’Ê YA DMME’YÊ BI BÎR XIST    Eren, diyar kir ku Şahîn di gotinên xwe de qala biryara Herrî Batasûna kir û biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi bîr xist. Eren di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dozger hema bêje heman îdîayên di doza girtina DTP’ê de ji bo doza girtina partiya me pêşkeş dike. Ji ber vê yekê di israrkirina xeletiyê de ketiye pey encamên cuda. Lê di doza ku li partiya me hate vekirin de 10 caran biryara girtinê bê dayîn jî encameke cuda dernakeve holê ez dikarim bi awayekî aşkere bêjim ku DMME dê biryara binpêkirinê bide.”   Eren, destnîşan kir ku dozên li HDP’ê hatine vekirin ji dozên têkildarî partiyên berê hatine giritn ne cudatir in û wiha berdewam kir: “Ji ver vê yekê heke Dadgeha Destûra Bingehîn Makeqanûnê, biryarên DMME yên ji bo girtina partiyan dane esas bigire, ne pêkane ku li dijî partiya me biryara girtinê bide. Lê heke di bin bandora zexta siyasî de bimîne û biryara girtinê bide wê tu prestîj û rewatiya wê nemîne.”   WÊ BIRYAR JI BO PÊŞEROJA WELAT GIRÎNG BE   Eren, biryara bloqekirina hesaba alikariya Xizîneyê ya partiyê ya ji aliyê AYM’ê ve bi bîr xist û ev tişt gotin: “Bi vê biryarê re serxwebûn û bêalîbûna xwe xerab kiriye. Divê AYM nebe amûrê desthilatê. AYM bi biryara xwe re yan wê rê li ber demokrasî, azadî, azadiya ramanê û rêxistinbûyîn û siyaseta demokratîk veke, yan jî biryareke ku welêt bênefes bihêle û sazîbûna sîstema otorîter erê bike, werbigire. Biryara ku bide wê ji bo pêşeroja welat biryareke girîng be.”   MA / Ozgur Paksoy