Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin 2023-01-06 12:29:11 STENBOL - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ku biryara AYM’ê ya bloqekirina hesabên HDP’ê nirxand, wiha got: “Hem ji aliyê malî hem jî ji aliyê siyasî ve amadekariyên me yên ji bo girtin û qedexeya siyasî hene. Em bi biryar in ku sala 2023’yan ji bo xwe bikin saleke destkeftiyan û ji bo hikûmetê bikin sala windakirinê.”   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê bi demkî were bloqekirin. Lê belê AYM’ê ev biryara xwe teblîxî parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê nekir. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ku biryara AYM’ê ya bloqekirina hesabên HDP’ê nirxand   Olûç, bi lêv kir ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, bloqekirina alîkariya xizîneyê li gorî daxwaza Tifaqa Cûmhûr xwest û destnîşan kir ku daxwaz siyasî ye û biryar bêhiqûqî ye. Olûç diyar kir kul i ser AYM’ê zexteke mezin a siyasî heye û bal kişand ku ev biryar di encama vê zextê de derketiye holê.    ‘ARMANC EW E KU BIKIN HDP NIKARE TEVBIGERE’   Olûç, diyar kir ku ev biryar gaveke ku nîşan dide hilbijartin wê ne hilbijartineke adil û demokratîk be û di heman demê de weke mudaxileyeke mezin a li qada siyaseta demokratîk tê dîtin û wiha got: “Dixwazin di hilbijartinên pêş de dest û lingên HDP'ê girê bidin. Ji ber vê yekê em weke biryareke siyasî bi nav dikin. Doza ji bo girtina HDP'ê dewam dike. Ji ber vê yekê, avêtina van gavên di dema ku dosyaya girtinê berdewam dike de, tê wê wateyê ku di rastiyê de peyameke xurt derbarê encama girtina dozê de dê çi be. Yanî armanc dikin ku di hilbijartinê de HDP’ê ji aliyê siyasî ve bêteref bikin û ji qada siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Ev tê wê wateyê ku dengê gelê kurd, ê nûnerên siyasî yên hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê nayê nîşandan. Di rastiyê de niyeta hikumetê ev e.”   ‘EM Ê MEZIN BIDIN WINDAKIRIN’    Olûç, destnîşan kir ku desthilata siyasî bi vê biryarê dixwaze hilbijartinê qezenç bike û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku dixwazin çi bikin. Em bi desthilateke ku bi astengkirina me re dikare hilbijartinê qezenc bike re rû bir û ne. Elbet wê bibîne ku ev xeyaleke vala ye. Desthilateke ku hewl dide bi me mezin bide windakirin, em jî dê bi wê mezin bidin windakirin.”   ‘HDP TEVGEREKE GEL E’   Olûç, anî ziman ku tevî her tiştî wê xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşînin, ne bê vebijêrk in û wiha pê de çû: “HDP ne partiyeke wisa ye ku bi awayekî hesan bibêjin ‘me deriyê wê girt, dest danî ser qaseya wê û derfetên wê xesp kirin’. HDP partiyeke têkoşînê ye, tevgereke gel e. Em ji ya herî nebaş re amade ne. Me xebatên xwe li gorî ya herî xerab kir. HDP, wê nehêle ku ev ala têkoşînê bikeve erdê.”   DESTNÎŞANKIRINA BIRYARDARIYÊ    Olûç, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hem ji aliyê malî hem jî ji aliyê siyasî ve amadekariyên me yên ji bo girtin û qedexeya siyasî hene. Em ê van gav bi gav pêşve bibin. Em bi biryar in ku sala 2023’yan ji bo xwe bikin saleke destkeftiyan û ji bo hikûmetê bikin sala windakirinê. Divê hikûmet nefikire ku dê HDP’ê û gelê kurd nûnerên siyasî yên hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê wisa bi hêsanî dikare ji qada siyaseta demokratîk biqewirînin. Biryardariya me ya di vê mijarê de gelekî zelal e.”