Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin 2023-01-04 09:03:10   STENBOL - Ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk, diyar kir ku bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê ye û got: "Heke ên hilberîner û xebatkar em bin, nexwe divê ên welêt bi rêve dibin jî em bin."    Ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk, têkildarî pirsgirêkên ku dewrî sala nû hatine kirin axivî.    Ozturk diyar kir ku di warê demokrasî û aboriyê de rewşa welêt ber bi xirabiyê ve diçe û got ku ji ber krîzê civak bi birçîbûneke mezin re rû bi rû ye. Ozturk bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 50'yê mirovan bi meaşê kêm debara xwe dikin û got ku piraniya gel jî di bin sînorê birçîbûnê de jiyana xwe didomînin. Ozturk wiha axivî: "Desthilata AKP'ê, bi taybetî jî Erdogan tim dibêje: 'Em li derveyî sînor operasyonan dikin. Em ê sînor derbas bikin, em ê wisa mudaxileyî Yewnanîstanêb ikin.' Ger derbaskirina sînoran ew qasî hêsan be, were vî sînorê birçîbûnê yê çîna karkeran pê re rû bi rû maye derbas bike. Bila sînorê te ev be. Bila sînorê ku tu pê eleqedar dibî, sînorê hundir be. Te dît dibêje, 'em ê şevekê ji nişka ve bên', were hema rojekê vî sînorê birçîbûnê derbas bike. Hê kesî negotiye 'sînorê xizaniyê derbas bike.' Tiştekî pir şaş e ku mirov bi sînorê birçîbûnê yên welatiyên xwe re eleqedar nebe û rabe behsa derbaskirina sînorên erdnîgariyan bike."    ASTA XIZANIYÊ   Ozturk ku got "Li vî welatî peydakirina nên jî pirsgirêk e" axaftina xwe wiha domand: "Niha bi piranî nanê kartû tê firotin. Mirov li benda saeta firotina nanê kartû disekinin. Simîtên kartû distînin. Mirov dibêjin, 'Em êdî nikarin goşt bikirin, em hestiyan dikirin.' Kêr gihaştiye hestî. Xizanî zêde bûye."     Ozturk diyar kir ku li gel birçîbûnê mirov ji ber fatûreyên giran jî bi gilî û gazin in û ji bo ev ev tişt gotin: "Mirov dibêjin, 'em nikarin gaza xwe, kombiyên xwe vekin.' Polîtîkaya enerjiyê, ev welêt xistiye vê rewşê. Em di warê enerjiyê de jî, li teref giştîkirinê ne. Te dît tim dibêjin, 'Em di heman keştiyê de ne.' Ma bi vî awayî ye? Hûn li qesrên xwe bi wan xwarin û vexwarinên biha bijîn, bila mirov jî ji bo karibin xwe germ bikin bimirin. Li dor 450 milyar dolarî deyn heye. Kê ev 450 milyar dolar xwar, ji bo çi xerc kir? Ger ji bo mifha gelê me be, nexwe gel çima nanê kartû distîne?"    Ozturk destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê çareserkirina van pirsgirêkên navborî ye û got: "Heke ên hilberîner û xebatkar em bin, nexwe divê ên welêt bi rêve dibin jî em bin. Tifaqa Ked û Azadiyê bi her awayî alternatîfa sereke ye ku vî welatî ber bi ronahiyê ve bibe."    PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ   Ozturk bilêv kir ku di bingehê van pirsgirêkan de pirsgirêka demokrasiyê heye û got ku doza girtinê ya li HDP'ê hatiye vekirin, jiholêrakirina lîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê, êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, doza li Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekmrem Îmamoglû hatiye vekirin û pêkanînên qeyûman hemû xwe disipêrin pirgsirêka demokrasiyê.    Ozturk anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê gelek derdorên cuda aniye cem hev du û got ku ev jî di warê pêşxistina demokrasiyê de girîng e. Ozturk di dawiya axaftina xwe de got: "Li ber me meseleya kurdî heye. Ev mesele divê bi awayekî adil û demokratîk bê çareserkirin. Ji lew re ev birîna me ya ku her tim xwînê jê tê."