Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin 2022-12-24 10:50:46   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervin Buldan û Mithat Sancar êrişa li Parîsê şermezar kirin û vê bangê kirin: “Divê rayedarên Fransayê demildest qetlîamê ronî bikin.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar têkilarî êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û dikanên kurdan ên li Parîsa Fransayê ku têde 3 welatiyên kurd hatin qetilkirin û çend kesên din birîndar bûn daxuyanî dan. Hevserokan êrişê şermezar kirin û ev bang kirin: “Divê rayedarên Fransayê demildest qetlîamê ronî bikin.”     Daxuyaniya Hevserokan wiha ye: “Em bi xemgînî hîn bûn ku di êrişa hovane ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê de 3 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dane û 3 welatiyên din jî birîndar bûne. Di serî de em vê êrişa hovane bi tundî şermezar dikin û ji malbat û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Hêviya me ji rayedarên Fransî ew e ku demildest kiryar û êriş bên eşkerekirin û raya giştî bi awayekî zelal were agahdarkirin. Yekane rêya pêşîgirtina li êrişên bi vî rengî yên nîjadperest wê ev be ku heqîqet tavilê ronî bibe.”