HDP: Li Şirnexê tenê tiştek neguheriye tundî û qetlîam! 2022-12-14 16:59:12   ENQERE - Parlamenterên HDP’ê bi boneya salvegera qedexeyên derketina derve yên li Şirnex û navçeyên wê daxuyanî da û gotin: “Li Şirnexê tenê tiştek neguherî ye, tundiya dewletê ye.”    Koma Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a Parlamentoyê bi minasebeta salvegera qedexeya derketina derve yên li navçeyên Cizîr û Silopiya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de hatibûn ragihandin, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist.    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku pirsgirêka kurd ji damezrandina komarê heta niha bi “têgihen konsepta ewlekariyê” hatiye pênasekirin û ji roja roj ve heta niha dewletê xwestiye ku bi şer û pevçûnê pirsgirêka kurd çareser bike. Kaçmaz got bi hatina AKP’ê re tundiya li Şirnexê dijwartir bûye û xwestiye her tim gel bibe mexdûrê îktidara wan.    QETLÎAMÊN LI ŞIRNEXÊ    Kaçmaz anî ziman ku îktidara AKP’ê “dewleta polîsan” ava kiriye û wiha got: “Rijandina xwînê û rondikên çavan û kuştin encama siyaseta Erdogan û îktidara AKP’ê ye. Di nava civakê de cihêkariyê pêk anî. Bi qanûnên xwe yên dijhiqûqî û bi tifaqên qirêj dewleta polîsan ava kir. Bi rêxistinên radîkal re şirîkatiyê dike. Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê û piştî hilbijartinê êrişên çekdarî yên li dijî HDP'ê, kampanyayên lîncê, bombeya li mîtînga me ya Amedê hat teqandin, qetilkirina 33 qurbaniyên li Pirsûsê, polîsên li Ceylanpinarê hatin kuştin, komkujiya Gara Enqereyê, kuştina leşker, polîs, gerîlla û sivîl ev rastiyek bû ku pêvajoyeke nû ya tundiyê dest pê kir. Hin dîrok hene ku wek xencerekê dil birîndar dikin. Bêyî rûbirûbûn û dadmendî, ew birînek dimîne ku bi salan nayê dermankirin. Ne cara yekem bû ku Şirnex bi tundiya dewletê re rûbirû bimîne. Di salên 90'î de yek ji bajarên ku herî zêde zilm lê hat kirin û bi kuştinên komî û kuştinên kiryar nediyar ve hat binavkirin Şirnex bû. Yekemîn gundê Kurdistanê hat valakirin û bajarê ku cerdevan lê hatibû ferzkirin Şirnex bû. Di Newroza 21'ê Adara 1992'an de li Cizîrê di pîrozbahiya Newrozê de bi hezaran kes hatin gulebarankirin, di Newrozên salên 90'î de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Kurdistanê jî bi heman rengî şîdet hat kirin. Di sala 1994’an de ji ber ku Hêzên Çekdar ên Tirk bi balafirên şer gundên Kuşkonar û Koçaglilliyê bombebaran kirin, 38 gundiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Şirnex bajarê ku di sala 2011’an de li Roboskiyê 34 gundiyên kurd ên feqîr hatin qetilkirin bû. Komkujiyên li Şirnexê bênavber dewam kirin. Li Şirnexa ku bi gelek qetlîamên bi vî rengî re rûbirû maye, tenê tişta ku nehatiye guhertin, berdewamiya tundiya dewletê ya li ser gel e.”    2 HEZAR KESAN JIYANA XWE JI DEST DANE    Kaçmaz diyar kir ku di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîr û Silopiyayê re 7 sal derbas bûne û wiha got: “Wekî ku di raporên Neteweyên Yekbûyî de jî tê dîtin, salvegera dorpêçkirina bajaran e ku hema bêje qiyamet lê rabû. Salvegera destpêka rojên dorpêçê ye ku cenazeyê Dayika Taybet 7 roj û 7 şevan li kolanê hat hiştin. Di dorpêçan de binpêkirinên mafên mirovan dest pê kir û maf û azadiyên bingehîn bi tevahî ji holê hatin rakirin. Li gorî rapora ku Komiseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî amade kir, di pevçûn û dorpêçkirina bajaran de ku 18 meh dewam kirin de nêzî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Qedexeya bajaran tenê bi Cizîr û Silopiyayê re sînordar nebû. Ev dorpêça li Sûr, Geverê û gelek navçeyên din hat ragihandin, li 11 bajar û 49 navçeyan bi dehan caran qedexeya derketina derve hat îlankirin, bi milyonan mirov koçber bûn, îro jî bi deh hezaran kes travmaya wan rojan dijîn. Dîsa bi sedan kes birîndar bûn û seqet man. Di dema qedexeyên li Cizîr û Silopiyayê de ji pitikên 3 mehî heta welatiyên 80 salî jin, mêr, zarok û xwendekarên zanîngehê hatin qetilkirin."   Kaçmaz destnîşan kir ku wêneyê Cemîle Çagirga biçûk û Dayika Taybet ku hefteyek cenazeyê wê li erdê ma hê di bîra wan de ye û li ber çavên raya giştî ye û kurdan cenazeyên xwe ji bo xera nebe di sarincan de veşartin.    ‘MIROV DI JÊRZEMÎNAN DE HATIN ŞEWITANDIN’    Kaçmaz bîlançoya êrişên di dema qedexeya li Silopiya û Cizîrê hat îlankirin de nirxand û got: “Ev qedexe 79 roj li Cizîrê û 37 roj li Silopiyayê dom kir. Hejmara kesên di dema dorpêça li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane îro jî nayê zanîn, ji ber ku beşeke girîng a cenazeyan nehatine teşhîskirin û cenaze li parêzgehên cuda bêyî nasname were eşkerekirin, hatine definkirin. Hejmara cenazeyên li Cizîrê hatin teşhîskirin 292 ye. Hejmara cenazeyên ku li jêrzemînên bi navê ‘Jêrzemînên Hovîtiyê’ tên nasîn 177 e. Ji van cenazeyan 41 jê zarok, 22 jê jin û 14 cenaze jî nehatine dîtin. Malbatên ku cenazeyên xwe nedîtin hê jî hene. 177 kes li 3 jêrzemînên ku wek jêrzemînên hovîtiyê tên zanîn xwe hatin qetilkirin. Hate diyarkirin ku ev kesên ku di nav wan de zarok jî hebûn, tevî hemû bangan jî hatin qetilkirin. Di wê demê de welatiyên sivîl bi israr daxwaza alîkariyê kirin û hate ragihandin ku birîndar û zarok nikarin avê bi dest bixin. Wek parêzerekî ku ketim otopsiya wan kesên ku di jêrzemînên wehşetê de hatin şewitandin, ez bûm şahidê bûyerê. Piştî ku ferman hatin dayîn tevlibûna me ya otopsiyan hat qedexekirin. Tiştek li wir hat veşartin. Îdîayên giran hebûn. Hat diyarkirin ku ev cenaze hatine şewitandin. Jêrzemînên hovîtiyê yên ku 177 kes lê hatibûn qetilkirin, bi amûrên înşaetê hatin hilweşandin û xirbeyên wan avêtin qiraxa Çemê Dîcle. Di nav van xirbeyan de, hestiyên mirovan hatin dîtin. Li ser hestiyên zarokên kurd parkek hatiye çêkirin û gelê kurd weke parkeke bi xwîn bi nav dike. Dewlet bi lidarxistina konseran li vê parkê dijminatiya xwe didomîne. Ew hovîtî li ber çavê raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê pêk hat.”   'KUJER NEHATIN CEZAKIRIN’    Kaçmaz diyar kir ku piştî şer û qedexeyan her çiqas hewldanên hiqûqî hatin birêvebirin jî lê bêencam man û kujer bêceza hatin hiştin. Kaçmaz destnîşan kir ku gotin û bangên Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Derya Koç, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û gelek kesên din ku digotin ‘em ê serê xwe netewînin’ di bîra gelê kurd û raya giştî de ye. Kaçmaz anî ziman ku ew di salvegera qedexeyên ku qetlîaman bi xwe re anî soz didin ku wê têkoşîna xwe bidomînin û armanc û daxwazên qurbaniyan pêk bînin.