Eksîk ê HDP’î li Meclisê axivî: Bila tecrîd bi dawî bibe 2022-12-14 16:56:43 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk, Meclisa ku ji êrişa polîsan a li dijî wî bêdeng ma rexne kir û wiha got: “Bila tecrîd bi dawî bibe, hestiyên zarokên kurd ji dayikên wan re bi kargoya PTT’ê neyên şandin, ez razî me ku her du lingên min jî bên birîn.”   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îdirê Habîp Eksîk ku di 9’ê cotmehê de li navçeya Gevera Colemêrgê di dema çalakiya şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê de di encama êrişa polîsan de lingê wî hatibû şikandin di Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî. Eksîk ê bi darên binçengî derket ser kursuyê êrişa li navçeya Geverê li wî hate kirin bi bîr xist û da zanîn ku bi wî re gelek welatî jî rastî îşkenceya polîsan hatin.    ‘KESÊN ÎŞKENCEYÊ REVA DIBÎNIN EM Ê BIŞÎNIN’   Eksîk da xuyakirin ku gelê kurd ne tenê îro rastî îşkenceyê tê, bi sedsalan e ji aliyê dewletê ve rastî îşkenceyeke sîstematîk, pişaftin û qirkirina çandî tê û got: “Di vê pêvajoyê de ji kesên gelê kurd temsîl dikin re jî îşkence û mirin rewa hate dîtin. Canê me ne ji gelê me ne jî zarokên gelê me yên têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê dimeşînin re hejatir e. Em careke din ji vir soz didin gelê xwe. Çi bibe bila bibe, çi dikin bila bikin, em ê heta dawiyê têbikoşin. Em ê kesên zulm, îşkence û mirinê li me rewa dibînin bişînin. Pergala darazê ku ji qêrîna edaletê ya Emîne Şenyaşar re edalet pêk neanî, wê ji min re jî edaletê pêk neîne.”   ‘ZILMA 20 SALAN Û BUDÇEYA XIZANIYÊ’   Eksîk, destnîşan kir ku pergala darazê ya ku Şebnem Korûr Fîncanci ya ji ber got bila bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa tirk a li Zapê bê “lêkolînkirin” girt, nikare edaletê pêk bîne û wiha berdewam kir: “Ez hewcehî nabînin bersivê bidim Serokê Meclisê yê parlamenteran tenê weke kesên di Lijneya Giştî de deng didin û mevanan qebûl dikin dibîne. Ez nehatime bersiva Wezîrê Karên Hundir yê bi kesên krîmînal re wêneyên wî derketine ku daxuyaniya Walitiya Colemêrgê bi dereweke din derewandiye bidim. Ez dixwazim vê bi taybetî bînim ziman. Ez nehatime ku vê budçeya ji aliyê hikûmetê ve hatiye çêkirin rexne bikim ku ev 20 sal in van budçeyan pêk tîne. Ji ber ku ez dizanim ku ev budçe cara dawî ji aliyê vê hikûmetê ve weke mafekî ji wan re hatiye dayîn. Di van hemû budçeyan de 20 sal in zilm, zordarî, bêhiqûqî, xizanî, birçîbûn, perîşanî û îşkence heye. Ev wekî budçeyên ku bûne sedema pêkûtiyan derbasî dîrokê bûn. Ez dizanim ku budçeya heyî mixabin wê rê li ber xizanî û bêhiqûqiyê veke. Gelê me dema sindoq were danîn wê bersivê bide budçeyê.”   ‘BILA CENAZE DI TÛRIKAN DE NEYÊN DAYÎN’   Eksîk, anî ziman ku êrişa li dijî parlamenterekî bi vîna gel hatiye hilbijartin hatiye kirin li hemû parlamenteran hatiye kirin û ev tişt gotin: “Ez dizanim hişmendiyeke ku îro dibêje ‘lê ew kurd e’ , ‘lê kurdan ew hilbijartî ye’ , ‘lê ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan meşiya’ li Tirkiyeyê heye. Ez dizanim esas xala ku em pê re têbikoşin ev hişmendiye ye. Bila tecrîd bi dawî bibe, hevdîtinên aştiyê careke din pêk werin, bila al bi malên zarokên tirk ve neyên daliqandin û ji aliyên siyasetmedaran ve neyê bikaranîn, hestiyên zarokên kurd ji dayikên wan re bi kargoya PTT’ê, neyên şandin û bi tûrikan nedin bavên kurd ez razî me ku her du lingên min jî bên birîn.”   BANGA  YEKITIYÊ LI GELÊ KURD KIR    Eksîk ê li dijî polîtîkayên qirkirin û pişaftinê bang li gelê kurd kir, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ey Kurdîno; bibin yek, bibin yek, bibin yek. Ey gelê tirk; ji bo em li erdnîgariya herî xweşik ku em bi hev re li ser dijîn bi xizanî, birçîtî û şer re rûbirû neminin, ji bo em zarokên xwe birçî nerazînin, werin destê xwe dirêjî xwişk û birayên xwe yên kurd bikin. Bi wan re têbikoşin. Weke Sarûhan Olûç, Sezaî Temellî, Serpîl Kemalbay, Mûrat Çepnî, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy destê xwişk û birayên xwe yên kurd bigirin û li dijî vê pergalê em bi hev re têbikoşin û jiyana hevpar bi hev re ava bikin. Bijî biratiya gelan, bijî yekitiya gelan. An azadî, an azadî. Jin, jiyan, azadî.”