Meclisa Jinan a HDP’ê bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir 2022-12-14 14:16:47   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û endama Meclisa Partiyê Bedriye Yorgun bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kir.    Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Endama Meclisa Partiyê Bedriye Yorgun bi nûnerên Konsolosxaneya Almanyayê re hevdîtin kirin. Hevdîtin li Nevenda Giştî ya HDP’ê hat kirin û li ser şêweyê xebatê yê Meclisa Jinan, pergala hevserokatiyê û pergalên nûnertiyên wekhev, têkoşîna jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê, êrişên li dijî têkoşîna jinan û Peymana Stenbolê hate axaftin.    Di hevdîtinê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wiha got: “Divê em li dijî êrişên ser têkoşîna jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê, têkoşîna enternasyonal mezintir bikin.”    Piştî hevdîtinê jî şande ji HDP’ê çû.