Huda Kaya: Gelo ma helal e ku diyanet vê budçeyê bi kar bîne? 2022-12-13 14:41:46   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Huda Kaya got ku avakirina saziya Diyanetê li dijî Makeqanûnê ye û wiha got: “Gelo ma helal e ku Diyaneta yek mezhebê û dewletperestiye dike vê budçeyê bi kar bîne?”    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya, di tura hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan de ku li Lijneya Giştî ya Meclisê tên kirin de li ser budçeya Serokkomariyê axivî.    ‘GELO MA DIYANET VÊ BUDÇEYÊ HEQ DIKE?’    Huda Kaya, diyar kir ku budçeya Diyanetê li gorî par ji sedî 117 zêde bûye û wiha got: “Budçeya wê ya sala 2023’yan bû 35 milyar û 916 milyon TL. Ev jî tê wê wateyê ku ji malbateke ji 4 endaman pêk tê bi darê zorê derdora hezar û 700 TL tên standin. Ji kîjan baweriyê dibe bila bibe, standina vî pereyî ji hemwelatiyên Tirkiyeyê, zordestî ye. Gelo welatiyekî elewî dê çima vî pereyî bide Diyanetê ku tu xizmetê jê re nake? Xiristiyanek dê çima vî pereyî bide Diyaneta ku wan biçûk dixe û tune dihesibîne? Li Tirkiyeyê 4 hezar û 500 wargehên xwendekaran ên taybet hene. Ji van wargehan herî kêm 3 hezar û 500 jê girêdayî cemaetên cuda ne. Xwendekarên ku naxwazin li wargehên cemaetan bimînin jî li kolanan dimînin. Çima ewqas budçeyê didin Diyanetê? Heke nekarin zarokên keç û kur ji destdirêjiyê biparêzin, wê demê ma Diyanet vê budçeyê heq dike?”    ‘HEBÛNA DIYANETÊ LI DIJÎ MAKEQANÛNÊ YE’    Bi domdarî Kaya ev pirs kir; “Ma ji bo ku Enes Kara xwe bikuje û zarokên keç di 6 saliya xwe de bi destê van cemaetên jirêderketî bên zewicandin ev pere tê dayîn?” Kaya, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ma ji bo ku çanda erebtiyê weke olê li jin û xizanan were ferzkirin ev budçeye tê dayîn? Ma ji bo ku ev zîhniyeta jirêderketî li dibistan û mizgeftan bê hînkirin ev budçeye tê dayîn? Li gorî makeqanûn, nirxên hevpar ên gerdûnî, hiqûq û olan, ola dewletê nîne û nabe. Rêveberî, karê aqilê hevpar û guftûgoyê ye. Di rêveberiyê de divê hemû gel û bawerî cih bigirin. Tekane ol, bawerî, qanûn û pîroziya dewletê edalet e. Divê li gorî makeqanûna Tirkiyeyê, bi awayeke wekhev nêzî hemû baweriyan bibe. Gelo ma helal e ku Diyaneta ku yek mezhebiyê û dewletperestiyê dike vê budçeyê bi kar bîne?”