‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’ 2022-12-10 13:21:31   MÊRDÎN - Hevserokê Partiya Çep a Keskan Îbrahîm Akin di Kongreya HDP’ê ya Navçeya Rişmilê axivî û diyar kir ku dema hilbijartinê dikare bibe destpêka stratejiyeke xurt a guhertina pergalê.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Rişmîla Mêrdînê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Gelek kes tev li kongreya ku li avahiya bajêr pêk hat bûn. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest da rêzgirtin hate kirin. Pişt re Hevserokê HDP’a Mêrdînê Mehmet Alî Yîgît axivî. Dû re Hevserokê Giştî yê Partiya Çep a Keskan Îbrahîm Akin axivî.    Akin, anî ziman ku hemû muxalîf di bin zextan de ne û wiha got: “Em di pêvajoyeke pir giran a siyasî re derbas dibin. Ji ber vê yekê, bi lezgînî ev hilbijartinên dema pêş dibe ku ji bo me firsendek be. Ev dema hilbijartinê dikare bibe destpêka stratejiyeke xurt a mîna xelasbûna ji vê desthilatdariyê, guhertina vê rejîmê û guhertina vê sîstemê.”   Pişt re raporên malî û xebatê hatin xwendin. Hilbijartina bi yek lîsteyê hate kirin de Şeyhmûs Babûş û Aysel Ozzengîn weke Hevserokên HDP’a Rişmilê hatin hilbijartin.