Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in! 2022-11-15 13:16:08 ENQERE - Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag di Komîsyona Plan û Bûdçeyê de axivî û îdia kir ku di serdema AKP’ê de standartên demokrasiyê bilind bûn û sepanên îşkenceyê bi dawî bûn.    Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag di hevdîtinên Komîsyona Plan û Bûdçeyê de axivî. Bozdag, îdia kir ku di serdema AKP’ê de standartên demokrasiyê bilind bûne û serbixwebûna darazê, bêalîtiya wê û xurtkirina maf û azadiyan parast. Li gel ku parlamenteriyên parlamenteran hatin betalkirin û partiyên siyasî hatin girtin jî Bozdag îdia kir ku wan pêşî li ber girtina partiyên siyasî û betalkirina parlamenteriya parlamenteran girtiye.    LI GORÎ ÎDIAYA BOZDAG ÎŞKENCE NAYÊ KIRIN!    Desthilatdariya AKP’ê biryarên Dadgeha Makeqanûnê (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nas nake lê Bozdag îdia kir ku wan mafên bingehîn û azadî di Makeqanûnê de mîsoger kirine. Her wiha Bozdag bi van gotina îdia kir ku îşkence li Tirkiyeyê nîne: “Me bi tu awayî rê neda îşkence û miameleya xerab. Bêyî ku em di vê mijarê de tawîzan bidin, ev polîtîkayên me heta îro jî didomin.”