Karabûdak: AKP çi bike bila bike nikare ji elewiyan deng bigire 2022-11-12 10:10:38   ENQERE - Hevserokê Şaxa DAD’ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak bi lêv kir ku bingeha xebatên polîtîk yên AKP’ê yên derbarê elewiyan de “afirandina elewiyekî/e girêdayî xwe ye” û got: “AKP çi bike bila bike nikare ji elewiyan deng bigire.”   Bi biryarnameya ku îmzeya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li bin e û di 9’ê mijdarê de di rojnameya fermî de hat weşandin, di bin Wezareta Çand û Tûrîzmê de Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî bi awayek fermî hat damezrandin. Elewiyên bertek nîşanî damezrandina “Serokatiya Cemxane” dan destnîşan dikin ku desthilata AKP’ê baweriya wan weke “çand” penase dike.    Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) ê Enqereyê Mûstafa Karabûdak, têkildarî Serokatiya Cemxaneyê nirxandin kirin û qala polîtîkayên AKP’ê yên li ser elewiyan nirxandin.    Karabûdak, diyar kir ku Serokatiya Cemxaneyê ya bi Biryarnameya Serokkomar hate damezrandin qebûl nakin û wiha got: “Baweriya me pîr û ocaxên me diyar dikin. Ne hedê kesê ye. Ji bilî pîr û ocaxên me mafê kesê nîne ku gotinekê bibêje.”   ‘ÇARESERÎ MAKEQANÛNEKE DEMOKRATÎK E’   Karabûdak, destnîşan kir ku daxwaza bingehîn a elewiyan “hemwelatîbûna wekhev e” û wiha berdewam kir: “Divê hemû ziman, nasname û bawerî bi awayekî azad bijîn. Çareseriya pirsgirêkên elewiyan di makeqanûneke demokratîk de derbas dibe.    ‘AKP NIKARE JI ELEWIYAN DENG BIGIRE’     Karabûdak, anî ziman ku bingeha xebatên polîtîk yên AKP’ê yên derbarê elewiyan de “afirandina elewiyekî/e girêdayî xwe ye” û wiha pê de çû: “AKP çi bike bila bike nikare ji Elewiyan deng bigire. Elewî berê xwe nadin AKP’ê. Ew jî di ferqa vê yekê de ne. Ev polîtîkayeke pişavtinê ya li dijî elewiyan e.”   HELWESTA HDP’Ê YA ELEWIYAN   Karabûdak, bi lêv kir ku desthilat dixwaze elewiyan bi hev bide şerkirin û got ku ev yek encam nagire. Karabûdak, destnîşan kir ku partiya ku daxwazên elewiyan bi awayekî herî berbiçav bîne ziman Partiya Demokratîk a Gelan e (HDP) û ev tişt gotin: “Tirsa dewletê ya herî mezin têkiliyên kurdan û elewiyan e. Me ev di hilbijartinên 2011’an de dîtin. Kîjan partî di bernameyên xwe de ji dil cih bidin pirsgirêkên elewiyan, elewî dê piştevaniya wan bikin. Di ferqa vê de ne û tirsa wan jî  ev e.”   MA / Firat Can Arslan