Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike 2022-11-09 13:40:14   ENQERE - Parlamenterê HDP’î Kemal Bulbul diyar kir ku AKP hewl dide hemû pêvajoyên civakî, exlaqî wekhevî yên derheqê baweriyan de tune bike û wiha got: “AKP dixwaze bi zîhniyeta ‘bêlewî’ qeyûm tayînî elewîtiyê bike.”    Piştî ku biryarnameya Serokkomarê AKP’î di Rojnameya Fermî de hat weşandin, Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî-Bektaşî bi awayekî fermî hat damezirandin. Di bin sîwana vê serokatiyê de “Lijneya şêwrê” hat avakirin ku ji 11 kesan pêk tê. Dê lijne her sê salan carekî ji hêla Erdogan ve bê hilbijartin. Heke “hewcehî pê were dîtin”, wezîrên hatine tayînkirin jî dikarin serokatiya vê saziyê bikin. Hêjayî gotinê ye ku ev demekî dirêj bû saziyên elewiyan bertek nîşanî vê hewldanê didan.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul diyar kir ku Serokatiya Çand û Elewiyan a Elewî-Bektaşî dê nekare ji pirsgirêkên cemxaneyê re bibe çareserî û da zanîn ku bi biryarnameyê re li elewîtiyê qeyûm hatiye tayînkirin.    ‘QEYÛM LI ELEWÎTIYÊ HAT TAYÎNKIRIN’   Bulbul, da zanîn ku Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî-Bektaşî dê bi xwe re pirsgirêkên nû bîne û wiha got: “Dê cemxane weke perestgeh neyên dîtin û kesên ku di nava civaka elewî de tu giranahiya wan nîne ji hêla serokkomar ve weke serok bên diyarkirin. Bi vê yekê re AKP, bi zîhniyeta elewîtiya ‘bêlewî’ re qeyûm li elewîtiyê tayîn dike. Pirsgirêka elewiyan, pirsgirêkeke siyasî ya makro polîtîk, cemawerî, hiqûqî, aborî û perwerdeyê ye. Her wiha pirsgirêkeke etîka civakî ye. AKP jî etîka civakî binpê dike û bi nêzikatiyeke ku hemû pêvajoyên civakî, exlaqî û wekhevî yên derheqê baweriyan de tune dike nêz dibe.”    ‘CIHÊ ÇARESERIYÊ QESR NÎNE’    Bi domdarî Bulbul got ku daxwaza civaka elewî hemwelatîtiya wekhev e û wiha bi dawî kir: “Ji 5’ê gulana 2022’yan heta niha em li Dêrsimê kampanyaya ‘Ji bo civaka elewî hemwelatiya wekhev’ dimeşînin. Di vê havînê de ez çûm 17 bajaran û gelek gund û navçeyan. Tu saziyeke elewiyan vê biryarnameyê û pêşnûmeqanûnê qebûl nakin. Dema saziyên elewî duh li pêşiya meclisê berteka xwe nîşan didan jî hatin derbkirin. Nûnerên civaka elewî derb dikin lê piştre jî dê li qesrê ‘çareseriyan’ pêş bixin. Pirsgirêka elewîtiyê li qesrê nayê çareserkirin. Gelên Tirkiyeyê bi vîna xwe dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev pirsgirêk dikare bi komareke demokratîk û têkoşîna hemwelatîtiya wekhev bê çareserkirin.”