Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir 2022-07-29 14:48:36   AMED - Parlamentera Partiya Çep a Elman Gokay Akbulut bi armanca piştevaniya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a ku biryara rakirina parêzbendiya wê hat dayîn, serdana DBP’ê kir.    Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) a Elmanya Gokay Akbulut bi armanca piştevaniya ji bo Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a ku biryara rakirina parêzbendiya wê hat dayîn, serdana DBP’ê kir. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir pêşwazî li Akbulut kirin.    ‘EZ JI BO PIŞTEVANIYÊ LI VIR IM’    Akbulut di serdanê de axivî û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di serî de mafê rojnamevanan mafê mirovan û azadiyan tê binpêkirin û got: “Ez ji bo piştevaniyê hatim serdana we. Ez ji bo doza Kobanê û HDP’ê li vir im.”    ‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BERDEWAM BIKE’    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku piştevanî hêz dide wan û got talankirina xwezayê, qedexekirina Festîvala Mûnzûrê, rakirina parêzbendiya wê û hewldana girtina HDP’ê hemû bi hev ve girêdayî ye û tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye belavî ser hemû welat bûye û sedema vê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Aydenîz anî ziman ku îktidar çi dike bila bike ew ê dest ji têkoşîna xwe ya demokratîk û têkoşîna jinan bernedin.     Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û destnîşan kir ku wan wek kurdan helbet têkoşîna xwe aniye, li ber zilmê serî netewandine û dê ji niha şûn ve jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Bayindir da zanîn ku dem dema piştevaniyek xurt e.