Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê 2022-07-22 12:25:12   ŞIRNEX - Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz rûxandina di bin navê “restorasyonê” de li Birca Belek a 6 hezar salî tê kirin de bir rojeva Meclisê.    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz rûxandina di bin navê “restorasyonê” de ku li Birca Belek a li navçeya Cizîrê ku xwedî dîroka 6 hezar salî ye tê kirin, bir rojeva Meclisê. Kaçmaz bi daxwaza ku Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy bi bersivîne pêşniyazpirs da Serokatiya Meclisê. Kaçmaz di pêşniyazpirsa xwe de anî ziman ku li Keleha Birca Belek kemçe tên xebitandin û dîwarên dîrokî yên kelehê bi talûkeya hilweşînê ve rûbirû ne.    ‘RESENIYA DÎROKÎ HATIYE RÛXANDIN’    Kaçmaz di pêşniyazpirsa de diyar kiriye ku derdora Keleha Birca Belek bi nixûmandina bazalt hatiye kirin û bi vî awayî reseniya keleha dîrokî hatiye rûxandin. Kaçmaz di pêşniyazpirsê de da zanîn ku Keleha Birca Belek ji aliyê Desteya Herêmî ya Parastina Hebûnê Çandê ya Amedê ve wek qada 1’emîn a Asta Sîta Arkeolojîk hatiye ragihandin û Şirketa Belvkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) jî di nava qada sîtê de avahiya du trafoyan ava kiriye.    Kaçmaz têkildarî mijarê van pirsan ji wezîr Mehmet Nurî Ersoy kir:    “* Kîjan fîrma tevli îhaleya restorasyona Birca Belek bûne û maliyeta îhaleyê çiqas e?    * Ji bo parastian reseniya keleha 6 hezar sal dîroka wê heye gelo çi tevdîr hatin girtin?   * Gelo kîjan saziyê destûr daye DEDAŞ’ê ku di nava qada Sîtê ya Arkolojîk de avahiya trafo ava bike?    * Gelo ji bo rakirina avahiya trafo dê xebatek were destpêkirinê?    * Gelo hûnê ji bo ev xebata ku xweşikiya xwezayî ya Birca Belek xera dike û xebata ku wek sererastkirina derdorê hatiye binavkirin bê sekinandin bikevin dewrê?