Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome 2022-07-07 16:05:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya DBP'ê biryara ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteriya Hevseoka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz şermezar kir û got: "Em ê qada xwe ya têkoşînê mezin bikin û her hebin." Li Wan, Mêrdîn û Êlihê jî ev biryar hat şermezarkirin.  Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî amadekirina rapora ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteriyê ya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, li Buroya Îrtibatê ya Navenda Giştî ya li Amedê civînek çapemeniyê li dar xist. Rêveberên DBP'ê û Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozum Vûrgûn jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulşen Sîncar di daxuyaniyê de axivî û destpêkê Dr. Ekrem Karakaya yê doh li Konyayê hate qetilkirin û parêzer Servet Bakirtaş ê li Stenbolê hate kuştin, bi bîr anî.   Sîncar bi bîr xist ku ji zêdeyî hezar û 600 fezlekeyên ketine rojeva meclîsê hezar û 300 jê li hemberî wekîlên HDP'ê ne û anî ziman ku li dijî Salîha Aydenîz 78 fezleke radestî Meclisê hatine kirin."   'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Sîncar her wiha rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîlên DEP'ê û girtina wekîlan bi bîr xist û anî ziman ku ji hingî ve nêzîkatiya ku li hemberî Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Semra Guzel tê nîşandan di şexsê Aydenîz de jî dewam dike.   Sîncar wiha got: "Bi hêz û morala ji gel wergirtî em ê karên xwe dewam bikin. Em meclîsê rexne dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng e. Em zanin ku ev biryar hiqûqî nîne, siyasî ye û hewl didin têkoşîna me krîmînalîze bikin, bi vî rengî zemîna me ya ji bo siyasetê ji holê rakin. Em pêkhateyên siyaseta demokratîk, şoreşger û jin; bi hêza ji mafdariya xwe wergirtî em ê têkoşîna xwe dewam bikin."   Sîncar di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: "Partiyên bi heman mejî çawa ku berê di tarîtiya dîrokê de tune bûn, AKP jî wê tune bibe" û wiha dewam kir, "Weke hêzên modernîteya demokratîk û avahiyên wê yên siyasî, em ê zemîna xwe ya têkoşînê mezin bikin û her hebin. Em ê bi ser bikevin."   'DADWERIYA SERBIXWE NÎNE'   Parêzer Ozum Vûrgûn jî anî ziman ku ya hatiye kirin destdirêjiya dadgeriyê ye û destnîşan kir ku bikaranîna dadgeriyê weke çekekê nîşan dide ku dadgeriya serbixwe nîne. Vûrgûn wiha got: "Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê tê wateya rakirina mafê bingeha siyasî. Êrİşên li hemberî Salîha, Semra û wekîlên din têne kirin, em wan qebûl nakin û pêwendiya xwe bi hiqûqê re nîne. Gava ku dema wê hat herî zêde wê pêwîstiya wan bi demokrasî û edaletê çêbibe."   WAN, MÊRDÎN, ÊLIH    Rêxistinên DBP'ê yên Wan û Mêrdînê û her wiha li Êlihê jî rêveberên HDP, aktîvîstên TJA'yê û rêveberên DBP'ê têkildarî heman mijarê daxuyanî dan û biryara ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz şermezar kirin.