'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike' 2018-03-11 15:53:50 ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, diyar kir ku li dijî êrîşên xwe gihandin navenda Efrînê, dibe ku reaksiyona civakî ya wekî Kobanê di polîtîkayên hêzên navneteweyî de guhertinan çêke.  Pisporê Rojhilata Navîn û Zanyarê Siyasetê Mustafa Pekoz ê xebatên xwe li Parîsê dewam dike, bal kişand ser êrîşên xwe gihandin navenda Efrînê û ev tişt got: "Dema me li hevkêşeyên navneteweyî û têkiliyên wan mêze dikirin, min ihtimala êrîşeke wekî ya Kobanê nedidît. Lê îro em hatinê wiha dibînin."   ‘RÛSYA DIXWAZE KURD VEKIŞIN'   Pekoz pêvajoya nû di warê Rûsyayê de wiha şîrove kir: "Ya rast Rûsya, bi ser Efrînê re dixwaze hemû destkeftiyên kurdan teslîm bigire. Pêvajoyeke wiha daye destpêkirin. Ya rast ji Efrînê zêdetir, bi taybetî dixwaze ji çavkaniyên petrolê yên stratejîk ên li herêma Dêra Zor û Reqayê kurdan vekişîne. Ji hêlekê ve bazariyê dike û dibêje 'An hûnê ji vir vekişin, an jî em ê pêşî li êrîşên Tirkiyeyê negirin.'    Dîsa meseleyeke din jî ew e, Rûsya dikare vê polîtîkayê dewam bike? Ez wer difikirim dê ev polîtîkaya Rûsyayê di demên pêş de bibe pirsgirêk. Ji ber ku sibê têkiliyên Tirkiye-DYA'yê rast bibin, ji wan re bêjin ku 'Ji Efrîn û El Babê dernekevin, em piştgiriyê didin we', dê plana Rûsyayê pir mezin winda bike.   Dîsa di 18'ê Adarê de li Rûsyayê hilbijartin hene. Piştî hilbijartinan li bendê ye ku Rûsya pozîsyona aktîf bigire. Ji ber hilbijartinan hikumeta Rûsyayê di polîtîkaya navxweyî re eleqedar e."   ‘DU SEDEMÊN KU DYA GAVÊN ŞÊNBER NAVÊJE HENE’    Pekoz geşedanên der barê DYA'yê de jî nirxand û ev tişt anî ziman: "Niha li Washîngtonê heyetên qelebalix hene û hevdîtinan dikin. Tê dîtin ku rojeva destpêkê ya heyetên DYA'yê Efrîn e, Tirkiye dixwaze Minbic be. Di rojên destpêkê de, heke DYA'a di warê Efrînê de gavên şênber nevêje, du wateyên wê hene. A yekemîn; di warê Minbic û rojhilatê Firatê de li hev kirine, dê Tirkiye nekeve wir û di vî warî de garantî daye, di warê Efrînê de jî dibe ku pêşniyara 'Bi Rûsyayê re bigihînin biryarekê' kiribe. Ihtimala duyemîn jî; dê şer careke din li herêmê belav bibe, dê li ser Minbicê pirsgirêkên cidî derkevin."   ‘REAKSIYONA BÊ NÎŞANDAN DÊ BANDORÊ LI POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ BIKE’   Pekoz destnîşan kir di hefteya pêş de pêşketinên nû û di navbera DYA-Rûsyayê de pirsgirêkên nû dê xwe bidin der û wiha got: "Êrîşên hewayî li dijî bajêr dest pê kirin. Em bînin bîra xwe ku li Kobanê çi qewimî. Di qada navneteweyî de reaksiyona gelak bi pêş ket. Vê rewşê li Ewropayê dest pê kir. Muxalefet û partiyên li parlamentoyê bertekên xwe dan nîşan. Heman bertek li DYA'yê jî derketin holê. Reaksiyonên wiha dê bandorê li polîtîkayên desthilatdariyê bike, dem bi dem dê rê bide ber. Bi taybetî jî di pozîsyona Sûriyeyê de. Di çapemeniya DYA û Îngîltereyê de hefteya çûyî nivîsên 'Efrîn dibe Kobanê?' derketin pêş. Ev nirxandinên ku nivîskarên girîng dikin, dê di polîtîkaya hikumetê de guhertinan çê bike. Hefteya pêş dibe ku li Efrînê pêşketinên girîng biqewimin. Dibe ku di navbera DYA-Rûsya, DYA-Tirkiye, Rûsya-YPG'ê de hevdîtinên ku em ne li bendê bin pêk bên.   Niha li navenda bajêr êrîşên hewayî pêk hatine, bêguman ev xetereyên mezin bi xwe re tîne. Li wir gehê xwe cihî heye. Bi sed hezaran mirov lê dijîn. Erebên ji Helebê revîne li wirin. Herêmê naterikînin. Yên dest ji gundan berdan jî hatin navenda Efrînê. Di pêvajoya Kobanê de jî bajar hatibû valakirin, lê hêj mirov li wir hebûn. Hefteya pêşiya me gelekî krîtîk e."   ‘YPG’Î Û GEL DÊ BAJÊR NETERKÎNE’   Pekoz, aşkera kir ku şervanên li bajêr bimînin û helwesta gel dê bazariya şer diyar bike û wiha pê de çû: "Tişta ku tê dîtin, hêzên navneteweyî li gorî xwe rê dide nîşan. Çiqas mirov hatin kuştin ne girîng e, berjewendiyên wan li pêş in. Dê pêvajo wiha bê diyarkirin. Di pişt perdeya Efrînê de bazarên mezin hene. Bazarên ku tên kirin dê rêya Efrînê jî diyar bike. Qasî 10 hezar şervanên YPG'ê û gel, dê herêmê neterkîne, ji ber wê dê xetereya şer gelek zêde be."   ‘HEKE DESTÛRA NATO'YÊ HEBE, POLÎTÎKAYA ROJAVA BI TEVAHÎ GUHERÎ YE’   Pekoz li ser pozîsyona NATO û NY'yê û bêdengiya wan a li dijî êrîşên li ser Efrînê de jî ev axaftin kir: "Ez nikarim bêjim ku bombebarana li dijî Efrînê biryareke NATO'yê ye, lê bêdengiya NATO'yê pirsgirêkek cidî ye. Dê Konseya Ewlehiya NY'yê li hev bicive. Dibe ji niha pêve rojeva sereke ya Konseyê Efrîn be. Rayedarên NATO û NY'yê der barê şerê li Efrînê de daxuyaniyan didin û dixwazin şer bi sînor be. Heke hefteya pêş NY der barê Efrînê de biryareke nû bide dê Tirkiye gelekî bikeve zehmetiyê.   Lê heke raste rast bi destûra NATO'yê li dijî Efrînê êrîşek pêk hatibe, wê demê polîtîkaya DYA û NATO'yê di der barê Rojava de bi tevahî guheriye. Daxuyaniyên ku tên dayîn berovajiyê vê dibêjin lê ji ber ku Tirkiye endamê NATO'yê ye, hin êrîşên li dijî xwe bi sînor dike."   Pekoz bal kişand ser axaftinên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ên wekî "Ey NATO tu li ku yî? Ka de were Sûriyeyê. Tu çima nayê" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev gotin banga wisa raste rast nehat kirin. Heke em daxuyaniyê çep bixwînin, dibe ku di plana piştperdeyî de dixwazin hêza leşkerî ya NATO'yê li ser sînorê Sûriyeyê bi cih bikin. Dibe ku hewldaneke bi vî rengî ya ewlehiyê hebe. Dibe ku di navbera DYA-Rûsyayê de hevdîtineke wiha hebe."   MA / Denîz Nazlim