Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin 2022-06-02 12:14:49   ENQERE - Serokê dadgeha cezayên giran Akin Gurlek ku ceza dabû Selahattîn Demîrtaş, Canan Kaftancioglu û Şebnem Korur Fîncanci, weke Cîgirê Wezîrê Edaletê hate tayînkirin.    Akin Gurlek ku bi biryarên xwe yên di dozên binîqaş de tê naskirin û di raya giştî de weke “Dadgerê ku biryarên AYM’ê nas nake” tê zanîn, bi biryara Serokkomartiyê re weke Cîgirê Wezîrê Edaletê hate tayînkirin. Gurlek ku ji ewil serokê 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran bû û piştre jî bû serokê 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran, bi biryarên xwe yên derheqê derdorên muxalîf de tê naskirin.    Gurlek, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê”, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê dabû Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş. Di heman demê de bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî 9 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da Seroka Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu û rojnameger Can Dundar jî weke qaçax ragihand û biryar da ku dest deynin ser neguhêzbarên wî. Her Gulek bi xwe bû ku 2 sal û nîv cezayê girtîgehê da Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci. Yek ji biryarên Akin Gurlek ku zêde hate nîqaşkirin jî, nenaskirina biryara binpêkirinê ya Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) a derheqê Enes Berberlîoglu de bû. Li ser vê yekê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo Gurlek got:” Zekeriya Oz ê nû.”    Ji ber vê gotinê, Gurlek derheqê Kiliçdaroglu doza tazmînatê ya 75 hezar TL’yan vekir lê winda kir.    TEVÎ BIRYARÊN BINÎQAŞ JÎ HATE TERFÎKIRIN   Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) payeya Serokê 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran Akin Gurlek ku biryara AYM’ê ya derheqê Enîs Berberlîoglu de nas nekiribû, bilind kir û xiste nava “dadgerên bi payeya yekemîn.” Li gorî HSK’ê; “Nabe ku payeya kesên biryara AYM’ê binpê dikin were bilindkirin.” Li gel vê biryarê jî HSK’ê biryareke wiha da.    “Asta yekemîn”, li gorî Qanûna Dadger û Dozgeran di asta edlî û rêveberiyê de asta herî bilind a dadger an jî dozgerekî ye. Bi vê biryara HSK’ê re dê Gurlek bikare ji gelek mafan sûd bigire. Her wiha mûçeyê wî zêde bû û rê li ber endamtiya AYM û Dadgeha Bilind hate vekirin.    CÎGIRÊ WEZÎR BÛ ENDAMÊ ŞÛREYA DEWLETÊ   Serokkomar Tayyîp Erdogan biryara Endamtiya Şûreya Dewletê da û ev biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li gorî vê yekê; Cîgirê Wezîrê Edaletê Ugurhan Kuş ji bo endamtiya Şûreya Dewletê hate hilbijartin. Biryara derheqê hilbijartina têkildarî 3 endamtiyên Şûreya Dewletê ku li Lijneya Giştî ya HSK’ê vala mabûn jî di Rojnameya Fermî de hate weşandin.    Li gorî vê yekê; Cîgirê Serokê Lijneya Venêriyê ya HSK’ê Levent Bariş Tufenkcî, Serokê Daîreya Dadgeha Kargerî ya Herêmî ya Konyayê Kenan Balan û Seroka Dadgeha Kargêrî ya Enqereyê Nûrten Çolakoglu weke endamên Şûreya Dewletê hatin hilbijartin.