Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn 2022-04-26 16:11:28 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ji bo îktidar xwe li ser pêya bigire şer didomîne û got: “Îktidara ku her tim xwe ji krîz û şer têr dike, şer vediguhezîne Rojhilata Navîn dike.”  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.  DOZA GEZIYÊ    Bûldan di axaftina xwe de bal kişand ser cezakirina kesên ji Doza Geziyê dihat darizandin û wiha got: “Cezakirina Doza Geziyê bi fermana AKP-MHP’ê pêk hatiye û bêhiqûqiya wan e. Ez li vir Osman Kavala û hemû hevalên din yek bi yek silav dikim û em diyar dikin ku em li pişta we ne. Hûn ne bi tenê ne, wîjdanê demorkatîk ê Tirkiyeyê bi we re ye. Wek ku hûn dizanin dadgerê Doza Geziyê bernamzetê berê yê AKP’ê ye. Dadgerê Doza Kobanê ya kopmlogerî jî endamek çeteyê bû. Di vê tabloya tarî de jî tê xuyakirin ku darazê teslîmî kî kirine. Darazek serbixwe li holê tune ye. Hiqûq nema ye. Êdî dijminek hiqûqî li holê ye. Ev daraza ku radestî AKP’ê bûye biryarên wê nehiqûqî ye. Biryarek siyasî ye.”    ‘DIXWAZIN CIVAKÊ BITIRSÎNIN’    Bûldan girtina 20 endam û rêveberên wan ku dîsa ji Doza Kobanê hatin girtin bi bîr xist û got: “20 hevalên me dîsa bi awayek nehiqûqî hatin girtin. Delîlek li ber çav û di destê wan de tune ye. Dixwazin bi van cezakirin û girtinan civakê bitirsînin. Ya ku li vî welatî zirarê dide civakê, aştiyê, azadiyê, demokrasiyê ûs siyaseta demokratîk îktidar bi xwe ye.”    ‘ŞER DIBIN WELATÊN DIN’    Bûldan polîtîkaya şerê nû ku îktidarê daye destpêkirin bi bîr xist û wiha got: “Hûn dizanin, lingekî din ê şerê ku îktidar berdewam dike, li ser xaka welatê cîran jî didome. Îktidara ku ji bo şerê Ûkraynayê digot, ‘Di şer de serketin nîne’ li aliyê din ê sînor, li Herêma Kurdistanê ku hiqûqa navdewletî ji holê rakiriye dest bi şerek nû kir. Îhmalkirina hiqûqa navneteweyî, ketina nav xaka welatekî cîran, paşguhkirina îrade û mafên serweriya wî welatî ye. Navê vê siyaseta şer e. Em dizanin û dibînin ku îktidara ku her tim bi krîz û şeran têr dike, bi veguhezstina şer ji bo Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn dixwaze vê herêmê hîn bêhtir bêîstiqrar bike û pêşeroja hevpar a hemû gelên herêmê hedef bigire. Bi taybetî jî di hedefa îktidarê de gelê kurd heye. Lê mixabin dê wek her carê bedela vî şerî bi xelkê bidin. Siyaseta şer pirsgirêka kurd kûrtir dike û dê bixe nava xirecirê.   BELÊ RAST E ME LI DIJÎ ŞER IN    Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan hefteya bihûrî di axaftina xwe ya koma xwe de digot ‘tenê HDP li dijî operasyonê ye’. Ev gotinên Erdogan di heman demê de dide nîşandan ku muxalefeta siyasî jî ku piştevaniya siyaseta şer dike. Em li vir pir eşkere carek din dibêjin; Hûn wek îktidarê dibe ku rehet bin lê belê rast e em ji vî şerê we aciz in. Tenê ne em xelk jî aciz e. Çimkî şer xelkê me êşkişandî dike û aramiya wan belav dike. Dibe ku hûn rehet bin lê em ji rijandina xwîna ciwanan aciz in. Em carek din dibêjin, em ê dest ji dijderketina şer bernedin. Em ê her tim li dijî şerê we derkevin û em ê her tim aştiyê biparêzin. Êdî viya baş bizanibin.    Werin em hemû bi hev re li dijî pergala talanê û polîtîkayên şer bisekinin û ji şer re bêjin ‘NA’. Em siberojek bêmêtinger, bêşer û wekhev dixwazin. Niha jî dem dema avakirina aştiyê, demokrasiyê û bicihanîna edelatê ye.    POLÎTÎKAYA MUXALEFETÊ    Divê muxalefeta siyasî jî ku dengê xwe ji polîtîkayên şer ên îktidarê re dernaxe, xwe di ber çavan de derbas bike û divê ji polîtîkaya ku temenê îktidarê dirêj bike bireve. Bendewariya gel jî ev e. Heke ku hûn siberokek hevpar dixwazin baixivin, divê hûn li dijî polîtîkayên şer derkevin û li kêleka aştiyê cih bigirin.    ŞER XELKÊ TIRKIYEYÊ FEQÎR KIR    Şer û oprasyonan hin bêtir xelkê Tirkiyeyê feqîr kir. Binêrin dane û reqemên lêçûyîna şer li holê ne. Tam trîlyonek û 450 milyar TL bihayê bacê ye. Ev bac li ser şer, faîz û rantê tê xerckirin. Her guleyek tê berdan, her bombeyek tê teqandin, dibe sedema feqîrî, birçîbûn û bêkariyê. Îktidar li ser baca xelkê şerê xwe didomîne. Heke ku em li dijî vî şerî bibin yek û em hev bigirin, em ê bi ser bikevin.”   1’Ê GULANÊ    Bûldan bal kişand ser pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran û xwest her kes bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê tevli pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibe û vê rojê li tevahiya karker û kedkaran pîroz kir.