Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye 2022-04-24 17:08:38   MÛGLA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, destnîşan kir ku Tirkiye ber bi pêşerojeke tarî ve diçe û anî ziman ku xelasî di Tifaqa Demokrasiyê de ye.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte bi tev li bûna Hevserokê Giştî yê partiyê Mîthat Sancar li Şanoya Ser Vekirî ya Prof. Dr. Şadan Gokovali ya li navçeya Menteşe ya Mûglayê li dar xist. Qada kongreyê ku bi alên HDP’ê hate xemilandin ve pankartên “Girtiyên nexweş berdin” , “Denîz Poyraz nemir e” , “Em ê bi hev re biguherînin. Niha dema jinê ye” û “Em di 1’ê Gulanê de li qadan in. Em ê selteneta heramiyan hilweşînin” daliqandin. Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî, nûnerên partiyên siyasî, sendika, rêxistinên ekolojiyê û gelek endamên partiyê tev li kongreyê bûn.    Kongreya ku bi pêşkeşkirina stranan a Bajar dest pê kir, bi rêzgirtinê berdewam kir.    ‘JI BO KU EM SERBIKEVIN EM DERKETIN RÊ’   Hevseroka HDP’a Mûglayê Fûlya Erdogan xwest ku Aysel Tûglûk û hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha got: “Em weke HDP, kedkar û hemû Tirkiye ji bo ku serbikevin ketin rê û em ê serbikevin jî.”   Hevserokê HDP’a Bajêr Nîhat Gencosman jî wiha axivî: “Hevalên ku werin rêveberiya nû wê ala têkoşînê hildin û pêşdetir bibin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin û em ê ne ji bo sîstemeke ku ciwan hewl didin jê birevin ji bol ê bimînin têbikoşin.”   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî şewatên di 29’ê Tîrmeha 20212An de li daristanên Mûglayê derketibûn bi bîr xist û wiha got: “Divê ew tiştên wê rojê qewimîn qet neyên ji bîr kirin. Ew şewat ne tenê felaketeke xwezayî bû di heman demê de felaketeke rêveberiyê bû. Ew texrîbat di encama hişmenteiya pergal û deshilatê de derketin holê. Me 13 hezar û 700 hektar daristanên xwe winda kirin. Em bi mezinkirina têkoşîna xwe teqez hişmendiya talankirinê biguherînin.”   HIŞMENDIYA AVAKIRINÊ YA HDP’Ê    Sancar, destnîşan kir ku HDP hatiye ku vê pergala li welat biguherîne û veguherîne û wiha berdewam kir: “Heta ku demokrasiya herêmî neyê bihêzkirin, li ser vê aştî neyê avakirin û hedefa komareke demokratîk ku van di nava xwe de nehewîne û armanca komareke demokratîk nebe ne pêkan e ku vê hilweşîn, talan û şêlandinê rawestîne. Ji ber wê em rastî zextan tên. Dizanin ku yekane alternatîf fikriyata HDP’ê ye. Dizanin ku hêz û hişmendiya ku çanda aştiya demokratîk a pêşerojê baş bike li vir e.”   ‘EM Ê PÊŞIYA ÊRIŞAN BIGIRIN’   Sancar, da zanîn ku piştî coşa Newrozê ji ber ji wê coşê tirsiyan li her derê pêla binçavkirinan dan destpêkirin û wiha pê de çû: “Mûgla û navçeyên me jî ji vê nesîbê xwe girtin. Her roj sê sê, pênc pênc binçavkirin çêdibin. Armanc çav tirsandin û paş ve gav dane avêtine. Lê nikarin me bitirsînin, rastiyekê derdixînin holê ew bi xwe ditirsin. Em ê bi têkoşîneke hevpar pêşiya van êrişan bigirin. Em ê meşa xwe ya ber bi komareke demokratîk ve bi biryarî bidomînin.”   ‘YEKANE RÊYA XELASIYÊ TIFAQA MEZIN A DEMOKRASIYÊ YE’   Sancar, bi lêv kir ku hevrûbûna bi Qirqirina Ermenan re di rêya ber bi çanda demokratîk û aştiyê ve diçe de girîng e û anî ziman ku bi înkarkirina komkujî û qirqirinan aştî nikare were damezrandin. Sancar, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heke sed sal in li vî welatî kedkarên kurd, tirk, ereb, çerkes, elewî, laz, xirîstiyan hêj tê xwestin bibin dijminên hev, ji ber desthilatên îro dixwazin ji mîrateya wê hişmendiyê sûdê bigirin. Ji ber vê em dibêjin divê hevrûbûn û başkirina birînan pêk were. Avakirina komareke demokratîk ku her kes bi nasname û baweriya xwe re wekhev be, yekane rêya derketinê ye. Di rêya wê derê de yekane rê tifaqa mezin a demokrasiyê û têkoşîneke hevpar a xurt e.”   RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN   Piştî axaftina Sancar raporên xebat û malî hatin xwendin. Di hilbijartinê de Fûlya Erdogan û Emîn Yaşar weke hevserok hatin hilbijartin.    Rêxistina HDP’a Aydinê jî 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte li eywaneke dawetê ya navçeya Efelerê li dar xist. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes beşdar bûn.    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ku di kongreyê de axivî, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê da û wiha got: “AKP û MHP bi berxwedana gelan ber bi têkçûnê ve diçe. Ji bo ku temenê desthilata xwe dirêj bikin serî li şer dan. Ya herî bi êş jî vê yekê bi PDK’ê re dike.    ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ RAKIN’    Gunay, bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan jî û got: “Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û bila bi birêz Ocalan re dîsa pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Çareserî ne di polîtîkayên şer û tecrîdê de ye. Çareserî di Îmraliyê de ye. Çareserî birêz Ocalan e. Em ê weke HDP pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê misoger bikin.”   Piştî axaftinan Aysel Batyar Onsel û Mûhîttîn Saygi weke hevserokên HDP’a Aydinê hatin hilbijartin.