Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin 2022-04-14 13:22:58   WAN - Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkildarî zextên li ser partiya wan û mirinên li girtîgehan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê armanca desthilatdariyê ya ji operasyonên qirkirina siyasî hasil nabe.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê têkildarî zextên li ser partiya wan û mirinên li girtîgehan li ber avahiya HDP’a Artêmetanê daxuyaniyek da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Êriş û zext dê nekarin me têk bibin” hatibû vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevşaredarê Navçeya Tûşbayê Yilmaz Berkî ku bi hinceta KHK’ê mazbataya wî dabûn namzetê AKP’ê axivî. Berkî da zanîn ku desthilatdarî êdî veguheriya avadaniyeke wisa ku qeydên hiqûqa gerdûnî binpê dike, Qanûna Bingehîn ji holê rakiriye û bi awayekî sîstematîk qanûnan binpê dike.    GIRTIN Û ZEXT    Bi domdarî Berkî, destnîşan kir ku kesên bi krîmînalîzekirina gel, bi binçavkirinên keyfî û girtinên derhiqûqî re hewl didin ku kurd xwedî li HDP’ê dernekevin, xwe dixapînin û wiha domand: “Tu sedemeke hiqûqî ya girtin û binçavkirinên dawî û ya Doza Kompasê ya Kobanê nîne. Tu bingeheke hiqûqî ya êrişa li ser avahiya partiya me ya Cizîrê nîne. Êrişeke faşîst a sîstematîk li dijî partiya me di meriyetê de ye. Faşîzma AKP-MHP’ê hiqûqê weke amûrekî bi kar tînin û hewl didin bi darizandinên keyfî re ji êrişên xwe re qadê vekin. Di esasê xwe de siyaseta azadîxwaz, demokratîk û aştiyê ya partiya me hedef tê girtin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi Doza Kompasê ya Kobanê re xwe rezîl kirine. Lewma hêviya xwe girêdayî neheqî, zordestî û kompasan kiriye. Di nav de endam û rêveberên partiyê, hevşaredar û xebatkarên şaredariyê jî, derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê dan. Dê ev operasyonên qirkirina siyasî negihijin armanca xwe.”    ‘GIRTÎGEH VEGUHERÎN ÎŞKENCEXANEYAN’    Herî dawî jî Berkî bal kişand ser mirinên li girtîgehan û wiha got: “Her hefteyê agahiya mirina girtiyên siyasî ji girtîgehan tê. Siyaseta ku nûnertiya faşîzma 12’ê Îlonê û Esat Oktay dikin, hewl didin îşkence û êrişên li girtîgehan tên kirin veşêrin. Girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne îşkencexaneyan. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê niha li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye û bandora xwe li civakê dike. Li ser gelek cenazeyên ji girtîgehan derdikevi şopên îşkenceyê hene. Berpirsyarê mirina girtiyên nexweş û girtiyên siyasî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Em soz didin ku dê xwedî li bîranîna wan rêhevalên xwe derkevin.”