Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne 2022-04-07 14:01:45 ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê krîza heyî girantir dike û wiha got: “Bi milyonan kesan got ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd, Îmrali ye. Gel li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ye.”    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û rojevên heyî nirxand.    Ebrû Gunay got her ku krîza aborî û civakî ya Tirkiyeyê girantir dibe, êrişên desthilatdariyê yên li dijî civakê jî zêdetir dibin û wiha domand: “Li kîjan deverê îradeyeke çareseriyê pêş bikeve, ji bo tunekirina derfetên çareseriyê êrişî wê derê dikin. Yek ji mînakên van êrişan jî, polîtîkayên AKP’ê yên li dijî Îmraliyê ne. Hemû kes baş pê dizane ku birêz Ocalan kengî bikeve dewreyê, îxtîmala çareserî û aştiyê ewqas bêhtir derdikeve pêş. Lê desthilatdariya AKP-MHP’ê vê îxtîmala aştiyê bo desthilatdariya xwe weke gefekî dibîne. Bi girankirina tecrîdê û polîtîkaya şer bersivê didin. Tekane derdê wan jî parastina desthilatdariya xwe ye. Bi polîtîkayên şer hewl didin bêçareseriyê mayînde bikin. Lê gelê me di her firsendê de daxwaza xwe ya aştî û çareseriyê diqîre ku li qadên Newrozê jî ev yek kir. Gelê me dixwaze deriyên Îmraliyê bên vekirin. Bi milyonan kesan got ku tekane navnîşana çareseriyê, birêz Ocalan e.”   DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ    Gunay, da zanîn ku serlêdanên malbata Ocalan ên ji bo hevdîtinê bi hinceta cezayê disiplînê tên redkirin û wiha domand: “Di 4’ê Nîsanê de bi sedan kesan xwest biçe Amarayê. Lê hatin astengkirin. Her ku polîtîkaya tecrîdê kûr dikin, Tirkiye ji çareseriyê dûrtir dikeve û krîza heyî girantir dibe. Heke birêz Ocalan bikeve dewrê, ne tenê zêdebûna îxtîmala çareserkirina pirsgirêka kurd lê dê îxtîmala demokratîkbûna Tirkiyeyê jî zêdetir bibe. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Heta ku aştî tê û deriyên Îmraliyê tên vekirin jî dê têkoşîna gelê kurd bidome.”    ‘DI HER RÛNIŞTINÊ DE DEREWÊN NÛ’   Bi domdarî Gunay bal kişand ser Doza Kompasê ya Kobanê û ev tişt anî ziman: “Di her danişînê de derew û kompasên nû derdikevin. Serokê dadgehê yê berê ku bi endamtiya çeteyan tê sûcdarkirin Bahtiyar Çolak, derheqê hevalên me de bi dehan caran biryara girtinê da. Dema biryar didan, tiliya xwe li hevalên me dihejand lê derket holê bê ka hêza xwe ji kîjan hêzên tarî digire. Xwestin vê kompasê bi destê endamên çeteyan bidomînin. Niha jî bi heman rêbazê bi hinek kesên din didin domandin. Mîna hevalên me, em jî dê nehêlin vê dozê ji bo ranta siyasî bi kar bînin. Hêj hevalên me parastina xwe nekirin, niha li şahidan guhdarî dikin û hewl didin bi derewan delîlan çê bikin. Yek ji lingên kompasê jî îfadeyên li Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê hatine çêkirin e. Xuyaye ku kompasê li korîdorên emniyetê organîze dikin. Dê ev doz weke lekeyeke hiqûqê di dîrokê de cihê xwe bigire. Lê helwesta hevalên me jî weke dîrokeke berxwedanê tê nivîsandin.”    ‘ERDOGAN JI ERDOGAN ACIZ E!’    Piştre jî Gunay bal kişand ser krîza aborî û ev tişt anî ziman: “Serokomar niha dibêje; ‘em ê dilê xwe nehêlin bi kesên ku çav berdayîna pariyê nan.’ Serokomar Erdogan dibêje ku dê dilê xwe nehêle bi Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ve ku digot faîz sedem û enflasyon encam e. Her ku Serokomar Erdogan faîze dadixîne, xwe ji Serokê Giştî yê AKP’ê aciz dike ku hem faîza reel û enflasyonê zêde dike. Ji ber ku yên li vî welatî herî zêde qezenc dikin, AKP’î ne. Yên ku çav berdayîn pariyê nanê gel, alîgirên AKP’ê ne. Heke Erdogan bi niyet be ku xwe ji hinek kesan aciz bike, wê demê em navnîşanê nîşan didin. Bila ji kesên li qesrê dixebitin bipirse bê ka her yek ji wan çiqas mûçeyan digirin. Wê demê dê bizane bê ka divê dilê xwe bi kê ve nehêle. Bêyî ku şerm û fêdî bikin hewl didin sûcdaran peyda bikin. Hewce nake hûn li sûcdaran bigerin. Hema bila Erdogan û koma xwe li eynikê binêre bes e.”    Herî dawî Gunay bang li Meclisê kir ku di zûtirin dem de bicive, KDV’yên li ser hemû pêdiviyên jiyanî rakin û OTV’ê ji jiyana xelkê derxînin.