‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’ 2022-03-26 13:18:03 AMED - Nûnerên Tifaqa Kurdistanî diyar kirin ku di qadên Newrozê de bi milyonan kesan banga yekitiya neteweyî kirin û wiha gotin: “Yên ku van peyamên Newrozê jinedîtî ve tên dê nekarin hebûna xwe bidomînin.”  Tevî hemû astengirinên îktîdarê jî Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li 72 navendan hate pîrozkirin. Bi milyonan kes herikî qadên Newrozê û di pîrozbahiyan de daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd û perwerdeya bi zimanê dayikê kirin.    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî têkildarî peyamên ji qadên Newrozê bi ajansa me re axivîn.    ‘GEL XWEDÎ LI DEKLARASYONÊ DERKET’   Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya anî ziman ku li dijî polîtîkayên zext û tunehesibandinê, bi milyonan kes herikîne qadên Newrozê û wiha got: “Gelê me nîşanî her kesî da ku li ser pêya ye. Gelê me pir baş xwedî li deklarasyona hevpar derket. Li gorî Newrozê berê, di vê Newrozê de taybetiyên kurdan bêhtir derketin pêş. Kurdan nîşanî hemû kesî dan ku dixwazin li ser vê xakê bi nasnameya xwe û di nava biratiyê de bijîn. Gelê me daxwazên xwe yên ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, rakirina tecrîda li ser Îmraliyê û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan dîsa dubare anîn ziman. Destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê yek ji daxwazên hevpar ên gelê kurd bû.”    ‘NEKARÎN RASTIYÊ VEŞÊRIN’   Kaya, bal kişand ser dirûşma “Bijî Serok Apo” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi milyonan kesan ev dirûşm berz kir. Bi vê yekê re jî nîşan dan ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de tekane muxatab Ocalan e. Xuyaye ku rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan dê ji bo pêvajoya çareseriyê derfetên baş çêbike. Dema mirov rewşa tecrîdê tenê di şexsekî de vedibêje, ev rewş hinek sivik dibe. Ev, ne bûyereke bi vî rengî ye ji ber ku bandora xwe li hemû kurdan dike. Mimkin nîne ku li Tirkiyeyê bêyî Ocalan qala çareseriyê were kirin. Civak baş di ferqê de ye ku bi paşguhkirina muxatabê yekemîn re ev pêvajo na dome. Dema li qadên Newrozê gel ev dirûşm berz dikirin, hêzên ewlekariyê dixwestin bi dengê muzîkê vî dengî bifetisînin. Aliyekî hewl dida rastiyê binixûme û aliyê din jî rastî dîqiriye. Heke îro qala muxatabiyê ji bo gelê kurd bê kirin, aktorê sereke birêz Ocalan e. Gelê kurd ev rastî qîriya û pêvajoya li dora vê rastiyê teşe digire dikare bi ser keve. Nexwe tu perspektîfên din ser nakevin. Bi milyonan kes di ferqa vê rastiyê de ye.”    ‘GEL BERPIRSYARÎ DA’    Bi domdarî Kaya destnîşan kir ku gelê kurd ji bo xebatên yekitiya neteweyî jî peyamên xurt dane û wiha domand: “Ji bo ku gav bên avêtin, berpirsyarî xistin stûyê hemû derdoran. Tişta ku me li qadên Newrozê şahidî jê re kirî ji xebatên me yên ji bo yekitiya neteweyî gelek wêdetir bû. Çirûskekî herî biçûk ê li vir, li qadan vediguhere agir. Ya ku daxwazên Newrozê hîn xurtir dikir jî ev bû. Tifaqa li vir dê bandorê li her çar parçeyan bike. Hesret û daxwaza gelê kurd a di vê mijarê de xwedî potansiyeleke wisa ye ku dikare gavekî herî biçûk jî pir zêde pêşve bibe. Sînerjiya li qadan dê partiyên kurd neçarî gavavêtinê bike. Qad dibêjin ku serê xwe bi tiştên biçûk neêşînin. Derdorên ku van daxwazên qadan paşguh dikin, dê nekarin hebûna xwe bidomînin. Yên dibînin jî dê bikarin pêşerojê ava bikin.”    ‘GEL NEKET XEFIKÊ’    Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî jî da zanîn ku ji bo sabotekirina pîrozbahiyên Newroza îsal, îktîdar kete nava gelek hewldanan û ev tişt anî ziman: “Lê gelê me ev rastî ferq kir û nekete xefikê. Van hewldanên astengkirinê bi xwe re hêzeke dijber jî ava kir. Bi vê yekê re hêza berxwedêriyê ya li dijî êrişên dewletê jî derket holê. Gelê kurd êdî gelekî têgehiştî ye. Bêguman deklarasyonê jî bandoreke mezin kir ku Newroz ewqas bi girseyî derbas bibe. Hatina cem hev a partiyan û deklarasyona hevpar, hêz û moraleke mezin da gel. Yekitiya navxweyî ya partiyên kurd pir girînge. Fikr û baweriyên wan çi dibin bila bibin, kurd neçarin bi hev re tevbigerin. Di Newrozê de jî min bal kişand ser vê mijarê. Gelên mazlum neçarin ku di rêya azadiyê de bi hev re tevbigerin. Ya ku dê serkeftinê bi xwe re bîne jî ev rastiye ye.”    ‘YEKITÎ ÊDÎ FERZ BÛYE’    Aşitî, diyar kir ku êdî partiyên kurd neçarin ku tifaqa neteweyî mayînde bikin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji bo mayîndekirina vê tifaqê hewceye em bixebitin. Di qonaxeke wiha girîng de divê kurd yekitiya xwe ava bikin. Di serdema heyî de êdî teknolojî gelek pêş ketiye. Lewma divê çapemeniya kurd dengê me bigihîne her deverê. Divê girîngiya vê yekitiyê ji gel re vebêje. Barekî mezin dikeve ser milên çapemeniya kurd jî.”    MA / Ergîn Çaglar