Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê 2022-03-21 13:02:43   EDENE - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kir, bir rojeva Meclisê.    Li Edeneyê endamên Weqfa Fûrkanê duh xwest bi navê "Meşa Azadiyê" meşekê li dar bixin, lê  di dema meşê de bi êrişên polîsan re rû bi rû mabûn. Polîsan bi fîşekên plastîk, bi gazê û copan êriş bir ser endamên weqfê. Di dema êrişan de polîsan damezrînerê Weqfa Fûrkanê Alparslan Kûytûl û yên li cem wî di depoyekê de dabûn sekinandin û bi lêdanê derxistibûn. Polîsan bi awayekî tund mudaxileyî koma di wê kêliyê de derketibû derve jî kiribûn. Polîsan li kolanên Edeneyê îşkence li endamê Weqfa Fûrqanê kiribûn. Waliyê Edeneyê îşkence parast û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî diyar kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî tiştên qewimîn bir rojeva Meclîsê. Gergerlîoglû ji bo ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir.