HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê 2022-03-14 12:21:43 AMED - Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku ji bo başkirina şertên kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn dane meclisê û ev tişt got: "Bila kes neçe, em ê li vir tev bi hev re têkoşînê bidomînin." Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, derbarê pêşniyarqanûna ku HDP'ê ji bo başkirina şertên kedkarên tenduristiyê da meclisê de li avahiya HDP'a Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Necdet Îpekyuz, diyar kir ku sexbêriya azadiyê dîlbûn û sexbêra tenduristiye jî mirinê bi xwe re tîne û ji bo gotinên Erdogan ên derbarê bijîjkan de jîev tişt got: "Bila kes neçe, em ê li vir tev bi hev re têkoşînê bidomînin."   PÊŞNIYARQANÛN   Di berdewamê de Îpekyuz, qala binpêkirin û tundiya ku li kedkarên tenduristiyê tê kirin kir û da zanîn ku ji bo başkirina şertên kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûnan dane meclisê û wiha got: "Bi vê peşnîyarqanûna xwe em nîşan didin ku di her warî de li cem kedkarên tenduristiyê ne. Tenduristî tenê ji bijîjk û kedkarên tenduristiyê pêk nayê. Ji bo tenduristiyê divê aştî, xizanî, starbûn, ava vexwarinê û xurekên bingehîn tev bi hev re bên nrixandin."