DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e 2022-02-25 09:03:49 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku dê mijarên sereke yên kongreya wan azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, statû, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, meseleya kurdî û demokratîkbûyîn be.  Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 27'ê Sibatê de li Enqereyê Kongreya Sayî ya 6'an li dar bixe. Kongre dê bi dirûşmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Civaka Azad ve" bê lidarxistin. Ji bajarên derdorê û herêmê dê gelek kes tevli kongreyê bibin.    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, têkildarî kongreyê û nexşerêya partiyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Bayindir, bilêv kir ku ji roja hatine ser kar heya niha tevî hemû zext û zoriyan jî xebatên xwe domandine û di çarçoveya xebatan de bi taybetî li herêmê tu gund, tax, navçe û bajar nehiştine ku neçûnê. Bayindir got: "Li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê me li Tirkiye û Kurdistanê roleke mezin lîst."   Bayindir, destnîşan kir ku di hevdîtinên gel ên vê dawiyê de ji nû ve biryara rêxistinbûyînê girtine û kongreya wan jî di çê çarçoveyê de ye, lewma kongre xwedî girîngiyeke dîrokî ye.    XWEREXNEKIRIN   Bayindir, bilêv kir ku li bara civakê beranberiyek dîtina wan a ji bo mijarên civakî û polîtîkayên wan ên siyasî çêbûye û got: "A rast me kongreya xwe jî li ser vî esasî ava kir. Helbet em bi binçavkirin, girtin û sirgûnên vê desthilatê re rû bi rû man. Lê dîsa jî partiya me di warê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê de bû xwedî pozîsyoneke girîng."    Bayindir, diyar kir ku ji ber îqtidara AKP-MHP'ê û zextên li ser civakê negihaştina hemû armancên xwe û got: "Ev îqtidar her deqe û her roj bo konsepta tahde û şer bi ser gelê me de diçe. Ev xwerexnekirina me ya herî mezin e. Lê divê em bibêjin ku di warê têkoşîna hevpar de em li Tirkiyeyê tevî hêzên şoreşger û demokrasiyê rêyeke dirêj meşiyan."    ARMANCÊN KONGREYÊ   Bayindir li ser armanca kongreyê jî sekinî û got: "Armanca wan ji vê atmosfera rejîma AKP-MHP'ê xelas bibin û atmosfereke azadîxwaz û demokratîk baifirînin." Bayindir, bilêv kir ku ji bo vê jî sala 2023'yan danîne ber xwe û got: "Armanca me em Tirkiyeyeke bêyî rejîma AKP-MHP'ê, Tirkiyeyeke meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin baifirînin. Ji her wextî bêtir derfetên vê yekê hene."    YEKÎTIYA NETEWEYÎ Û TECRÎD   Baydindir, destnîşan kir ku van armancên wan jî girêdayî mijarên wekî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî ne. Bayindir, bilêv kir ku ev her du mijar ji zû de rojevên wan ên sereke ne û Ocalan ji bo demokrasiya welêt û çareserkirina meseleya kurdî aktorekî girîng e. Bayindir got: "Me di hevdîtinên xwe de dît ku bi fikirên civakê û Birêz Ocalan çi qasî paralelî hev in. Ev fikir tenê ne di nava gelê kurd de, di nava hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê de jî fikireke berbelav e. Em dibêjin, fikira ku li ber vê fikirê rabe dê Tirkiyeyê hîn bêtir be rbi tarîtiyê ve bibe. Helbet meseleya me ye, polîtîkaya vê fikira siyasî."    AZADIYA FIZÎKÎ YA OCALAN   Bayindir, destnîşan kir ku ew doza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin û ev jî tê wateya çareserkirina meseleyan. Bayindir got: "Fikirên Ocalan tenê ne ji bo gelê kurd in. Xwedî perspektîfeke ku dikare hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn çareser bike. Helbet ji bo pêşeroj û azadiya gelê kurd rola Ocalan, roleke bivê nevê ye. Sedema girankirina tecrîda li ser Ocalan a bi destê AKP-MHP'ê jî ev e. AKP, bi vê tecrîdê dixwaze polîtîkaya xwe ya belavkariyê ya li Rojhilata Navîn pêk bîne. Tirkiye îro ro krîzên li Rojhilata Navîn kûrtir dike û şer û pevçûnan jî gur dike. Ên li pişta vê jî AKP û MHP ne. Lewma azadiya fîzîkî ya Ocalan bivê nevê ye. Em hewl didin fikirên Ocalan û tecrîda li ser wî ragihînin civakê. Em hewl didin Birêz Ocalan azad bibe."    Her wiha Bayindir, diyar kir ku mijareke sereke ya li ser disekinin jî yekîtiya neteweyî ya kurd e û dê di pêş de ji bo vê pir bixebitin. Bayindir, bal kişand ser helwesta partiyên siyasî ya di vî warî de jî û got: "Lê di vî warî de hê jî mesafeya di navbera partiyan de nehatiye çareserkirin. Sedema sereke ya vê jî helwesta PDK'ê ya dijî berjewendiyên gelê kurd e."    Bayindir, bilêv kir ku lê dê di pêvajoya pêş de di vî warî de bi awayekî dînamîktir tevbigerin.    AZADÎ Û TÊKOŞÎN   Bayindir ji bo xebatên kongreyê jî got: "Xebatên me yên qadê yên pratîk qediyan. Em bi tespîtine pir xurt û dîrokî de ber bi kongreyekê ve diçin. Em ê di kongreyê de peyamên wekî azadiya Ocalan, statu, zimanê zikmakî, çareserkirina mesleeya kurdî û azadiyê bidin ku di heman demê de daxwazên gelê me ne. Helbet dê li gel vana ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û têkoşîna hevpar a bi hêzên şoreşger û demokratîk re jî peyamên me hebin. Em ê bi vê kongreyê DBP'ê bi awayekî hîn xurtir bi rêxistin bikin."    MA / Ergîn Çaglar