Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin 2022-02-17 16:35:00   MÊRDÎN - Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar a di kongreya partiya xwe ya li navçeya Dêrikê de axivî, diyar kir ku xwedî dîrokeke berxwedanê ya bingehînin û wiha got: “Bi êrişan nikarin bitirsînin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrika Mêrdînê bi dirûşmeya “Dema HDP’ê ye” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî” pêk anîn. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel û gelek welatî beşdarî kongreya ku li eywanekê li navçeyê pêk hat bûn. Di kongreya ku jinan cil û bergên herêmî li xwe kirin de her tim dirûşm hatin berzkirin. Di kongreyê de ewilî Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû axivî.    DÎROKA ME YA BERXWEDANÊ BINGEHÎN E   Dû re Pero Dundar jî qala êrişa ser avahiya partiya wan a navçeya Yuregîra Edeneyê kir û wiha got: “Em weke HDP ne li avahiyan e li kolanan li cadeyan, li meydanan e. Bi êrişkirina avahiya me hûn nikarin me bitirsînin û nikarin deriyên me bidin girtin. Dîroka me ya berxwedanê bingehîn e.”   TIFAQA CIVAKÎ   Dundar, têkildarî civîna serokên 6 partiyan, diyar kir ku fikreke wan a ku di civînê de cih bigirin nîne û wiha axivî: “Kesên ku kurdan tune hesibînin em jî dê tune hesibînin. Em na axivin ku ka em li wir cih bigirin an na. Em hewl didin ku tifaqa civakî pêk bînin. Em bi gelan re têbikoşin û li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê ew dê mecbûr bimînin ku li ber deriyê kurdan, deriyê civaka demokratîk, saziyên demokratîk bisekinin.”   Piştî axaftinan Selahattîn Îzcî û Selma Ozcan weke Hevserokên HDP’a Derikê hatin hilbijartin.