Sancar: Werin em bi Tifaqa Demokrasiyê vê pergala zalim biguherînin 2022-02-12 16:16:47 MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li Nisêbînê axivî, wiha got: “Ji bo welat ji zilm, zor û şêlanê xelas bibe, em hewl didin Tifaqa Demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Werin em bi hev re bimeşin û vê pergala zalim biguherînin.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Nisêbînê bi dirûşmeya “Dema Azadiyê” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreya li eywaneke dawetê hat lidarxistin de bi gelek zimanan pankarta “Dema Azadiye” hat daliqandin. Ji ber eywan tejî bû gelek kes man derve. Li eywana ku stranên HDP’ê dihatin lêxistin, welatiyan govend gerand û bi ketina Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlementerên partiyê kêliyên bicoş hatin jiyîn. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “AKP îstîfa”, “Şehîd namirin”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî Berxwedana HDP’ê” berz kirin.       MIFTEYA AŞTIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di kongreyê de axivî, diyar kir ku desthilatê bi Plana Çokdanînê ya di sala 2014’an amade kir de ji holê rakirina gelê kurd armanc kir û anî ziman ku li her derên ku kurd lê dijîn êrîş zêdekirin. Ozturk, da zanîn ku tecrîd bi destûr nedayîna hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tê berdewamkirin û bi lêv kir ku bi tecrîdê qeyranên li Tirkiyeyê dest pê kirin. Ozturk, destnîşan kir ku kesên beriya 7 salan digotin “em ê xelas bikin” ew bi xwe xelas dibin û wiha got: “AKP û MHP niha pergalê temsîl dike. Pergal niha bi hişmendiya xwe ya dagirker tune dibe. Gelê kurd li her çar perçeyan jî li vîn, ziman û çanda xwe xwedî derdikeve.”   Ozturk, anî ziman ku divê çareseriya pirsgirêka kurd li derve neyê gerandin û wiha axivî: “Ne Amerîka ne Rûsya, Îmrali nêzîk e. Birêz Ocalan mifteya rûmet, aştî û azadiyê ye. Mifte di destê birêz Ocalan de ye.”   NISÊBÎN DIBE BERSIV   Sancar ê piştî Ozturk axivî jî diyar kir ku desthilatê pergala li ser yek kirin û pişaftinê avakiriye û wiha got: “Heke HDP serbikeve wê ev pergal were guhertin, vê dizanin. Ji ber vê êrişî HDP’ê dikin û dixwazin me tune bikin. Ji ber vê hevalên me di girtîgehê de dîl tên girtin. Ji ber vê Doza Komployê ya Kobanê vekirin. Ji kesên digotin ‘HDP ji hêzê ketiye re’ bersiva herî xweş Nisêbîn dide. Vê coşê bibînin. Zilm û zordariya we nikare asteng bike. Dozên we yên girtinê jî nikare me ji rêya me vegerîne. Tevî hemû astengiyan serê me bilind e. Armanca me zelal e û em di rêya xwe de dimeşin.”   ‘EM Ê AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ’   Sancar, destnîşan kir ku di pirsgirêka kurd de mifteya aştiya mezin çareseriya demokratîk e û wiha berdewam kir: “Me soz daye ku em ê aştiya mezin bînin vî welatî. Em ê polîtîkayên dijminane yên desthilatê vala derxînin û aştiyê ava bikin. Ev vala derxistin dikare bi têkoşîneke bi biryar, bi rêxistinkirinê were kirin. Nisêbîn îro vê yekê nîşan dide. Di kongreyên çar aliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê de ev yek derdikeve holê. HDP dimeşe û mezin dibe. Pêşiya me aştî, demokrasî û edalet e.”   DAIŞ CESARETA XWE JI KU DERÊ DIGIRE?   Sancar, da zanîn ku dixwazin bi gelên ku bi sînorên çêker hatine veqetandin re bi hev re bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo me serxet û binxet nîne, hemû yek in. Êrişên DAIŞ’ê yên talanker, zilm û zordar di serî de gelê kurd ê fedakar bi berxwedan û têkoşîna gelan têk çûn. Lê van rojên derbasbûyî li Hesekê êrişeke mezin pêk hat. DAIŞ vê cesarete ji ku derê digire? Delîl di holê de ne. Du serokên DAIŞ’ê hatin kuştin. Bagdadî 4 kîlometreyan ji dûrî sînorên Tirkiyeyê serokê din ê piştî wî hat jî kîlometreyek û nîv dûrî sînor hat kuştin. Ev çi nîşan dide? Vê hişmeniyê kî diparêze û vê rêyê kî ji wan re vedike? Vaye wê têkoşîna me van têkiliyên qirêj bi dawî bike û wê pêşerojeke ronî ava bike. Hişmendiya DAIŞ’ê li wir têk çû em nahêlin ku li vir zindî bibe.”   ‘WÊ BIBÎNIN KU HIN RÊYÊN DIN HENE’   Sancar, bi lêv kir ku li dijî wan desthilateke bi dek û dolaban tevdigere heye û wiha pê de çû: “Difikirin ku dê me bitirsînin û bêçare bihêlin. HDP ne bêçare ye û bêçare namîne. HDP bi hêza gel çare û rêyan hildiberîne. Bi baweriya gel rêyên nû ava dike. Em ê teqez pêşerojeke demokratîk azadîparêz, wekhevîxwaz ji hemû gelên vî welatî re bînin. Eger em aştiyeke mezin, demokrasi û jiyaneke hevpar bînin, em jî neçar in tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin. Em ji bo vê dixebitin. Ji bo welat ji zilm, zor û şêlanê xelas bibe, em hewl didin Tifaqa Demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Ev tifaq ne tenê bi çend koman û derdoran bi sînor e. Wê ev tifaq, wê tifaqa demokrasiya berfireh a hemû kesên bindest, tune tên hesibandin û mêhtin bigire nava xwe be. Wê bibînin ku ji bilî du rêyên din hin rêyên din jî hene. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasiyê ne; Werin em bi hev re bimeşin û vê pergala zalim biguherînin.”   EM JI FIKRE NAMZETÊ HEVPAR RE VEKIRÎNE   Sancar, bal kişand ser meseleya tifaqan û wiha domand: “Em ê di hilbijartina parlementoyê de bi tifaqa xwe bikevin hilbijartinê lê ji bo hilbijartina serokkomariyê jî em dixwazin bi hemû partiyên muxalefetê re diyalog û muzakereyê bikin. Eger aliyên mûxalîf li ser pêvajoya derbasbûnê û pîvanên bingehîn ên serdema pêş bi me re danûstandinan bikin, em ji fikra namzetekî hevpar re vekirî ne. Îro serokên 6 partiyên mûxalîf hatin gelhev, bila werin. Lê ev hişmendiya ku HDP’ê tune dihesibîne divê aşkere bike ku soza pêşerojeke çawa didin Tirkiyeyê. Ji ber ku kesên li ser vê maseyê rûniştin divê ewil hev bikin û hev qebûl bikin. Mafê partiyeke ku bi awayekî dijmin nêzîkî HDP’ê bibe nîne ku xwe we weke hêza mûxalîf bi nav bike. Di demeke ber bi hilbijartina Serokkomariyê ve diçin de şert e ku bi HDP’ê re müzakere bikin. Bi tunehesibandina HDP’ê ne pêkane HDP’ê ji vê pergala şêlan û çiravê derxînin. Ferqa kesên ku HDP’ê dikin dijmin ji AKP’ê û MHP’ê nîne.”   ZILMA DEDAŞÊ    Sancar, bal kişand zemên ji ceyranê re hatin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ceyran ji sedî 100 zêdetir zem kirin. Mirov êdî nikarin fatoreyên xwe bidin, dikandar dikanên xwe digirin. Zilma DEDAŞ’ê vê axê zuha dike. Li vî welatî kengî polîtîkayeke zilmê bêxin meriyetê, ewilî li ser vê axê tê ceribandin. Ji bo politikaya wan jî ev derbasdar e. Ji bo ku hûn van ji kokê ve bidin sekinandin, divê hûn têkoşîn, bawerî û biryardariyê mezin bibînin. Ev hêz e ku wê Tirkiyeyê û vê herêmê di rêya aştî, demokrasî, edalet û wekheviyê de biguherîne. Vaye bernameya rastîn a avakirina aştiya mezin li vir e.”   Piştî axaftinan Şîndar Akinci û Mehmet Şîrîn Bariş weke hevserok hatin hilbijartin.