Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin 2022-02-09 12:27:18     ENQERE -  HDP’ê ji bo hewldana rakirina destnedayîna Semra Guzel şerh da û got: “Çareserkirina pirsgirêka kurd, peywira saziyên siyasetê ye. Li hemberî siyaseta mirinê, hemû hewldanên me ew e ku siyaseteke jiyanê diparêze bikin.”    Komîsyona Amadekar ji bo rakirina destnedayîna parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel hatibû avakirin, rapora ku bi dengên CHP û AKP’iyan hatibû qebûlkirin pêşkeşî Komîsyona Têkel kir. Endamê Komîsyona Amadekar ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî şerh danî ser rapora komîsyonê. Di şerha muxalefetê ya duh radestî Komîsyona Amadekar hatiye kirin de pirsgirêka kurd û nêzikatiyên desthilatdariyan hate nirxandin.    Di şerhê de bal kişand ser nûçeyeke di 8’ê çileya 2022’yan de derheqê Guzel de hatiye weşandin. Hat gotin ku biryara nepeniyê li ser dosyayê heye lê belê tevî vê yekê jî wêneyên di dosyayê de hatine parvekirin. Hat destnîşankirin ku ev wêneyên li ser malperên înternetê hatine parvekirin, tenê di destê yekîneya cendirmeyan, dozgerê lêpirsînê û Komîsyona Makeqanûnê de hene û ev tişt hatin gotin: “Ev biryara nepeniyê hêjta jî berdewam e. Tenê kesên ku mafê wan ê xwegihandina agahiyên veşarî heyî dikariyan van wêneyan bibînin. Xuyaye ku ev agahî ji hêla kesên rayeya lênihêrtina dosyayê heyî ve hatine weşandin.”    KAMPANYAYA LÎNÇÊ   Di şerhê de hat gotin ku bi parvekirina wêneyan re “îşaret hatiye dayîn” û pêvajoyeke ku ne li gorî xebateke asayî ya Komîsyona Meclisê hatiye destpêkirin. Di berdewamiyê de ev tişt hatine diyarkirin: “Parlamenterên AKP û MHP’ê jî di nav de, derheqê Guzel de kampanyaya lînçê hate destpêkirin. Bi vê kampanyayê re lez dan pêvajoyê.”    FEZLEKEYA ŞAHIDÊ NEPEN HILBIJARTIN   Di şerhê de hat bibîrxistin ku 13 roj piştî avakirina komîsyonê, her du fezlekeyên derheqê Semra Guzel de bi dengên zêde hatine qebûlkirin û pêşkeşî Komîsyona Têkel hatine kirin. Di berdewamê de wiha qala hûrgiliyên lêpirsînê hat kirin: “’Hejmara Lêpirsîna Çapemeniyê ya fezlekeya bi hejmar 3/665 ev e: 2018/9757’. Ev fezleke di 13.02.2019’an de pêşkeşî Serokatiya TBMM’ê hatiye kirin. Anku ev fezleke, sê sal bûn ku li pêşiya komîsyonê disekiniya. Hemû kes dikare li dosyayê binêre û di dosyayê de ji bilî îfadeya şahidê nepen/îtîrafkar a di 03.07.2018’an de û wêneyan, tu tiştekî din nîne. Tenê li ser îfadeya şahidekî nepen/îtîrafkarekî ku sê sal berê dabûn û sê sal piştî ku ev fezleke radestî Serokatiya TBMM’ê hatiye kirin, niha dixwazin destnedayîna parlamenterekî rakin. Ev yek dê rê li ber binpêkirina hemû pîvanên Makeqanûnê veke.”   PÊDIVÎ BI GIRTINA ÎFADEYÊ WÊ JÎ NEDÎTIN   Bi domdarî jî di şerhê de wiha tê gotin: “Hejmara lêpirsîna fezlekeya bi hejmar 3/1843 a ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve hatiye destpêkirin ev e: 2017/3975. 1’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê di 10’ê gulana 2017’an de biryara lêkolînkirina qeydên HTS’ê da. Dema ev dosyaya ku wêneyên ji çapemeniyê re hatin şandin tê de bûn tê vekolandin, tê dîtin ku wêneyên di vê dîrokê de aydê Semra Guzel in, hejmara telefonê hatiye tespîtkirin û piştre jî qeydên HTS’ê hatine lêkolînkirin. Di sala 2017’an de mafê destnedayînê yê Semra Guzel nebû û nav, paşnav, hejmara telefonê û hevdîtinên wê hatibûn tespîtkirin lê tevî vê yekê jî pêvajoyek nehat destpêkirin. Guzel di 24’ê hezîrana 2018’an de wek parlamenter hat hilbijartin. Anku zêdetirî salekî derheqê wê de tu tiştek nehat kirin. Dev ji dozê berdin, ji bo vê mijarê tenê yek carê îfadeyê wê jî nehatiye girtin.”    ÎÇTÎHADÊN AYM’Ê BI BÎR XIST    Di şerhê de bal kişand ser armanca destnedayîna qanûndanînê û biryarên Dadgeha Makeqanûnê (AYM) a derheqê Omer Faruk Gergerlîoglu, Sebahat Tuncel, Mûstafa Balbay û Enîs Berberoglu de hatin bibîrxistin. Di berdewamê de qala xebatên qanûndanînê yên Guzel jî hatin kirin û wiha dom kir: “Parlamenter Guzel heta niha 273 pêşniyazpirs da ne û ji bo damezirandina Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê jî 466 pêşniyazname îmze kirine. Ji van pêşniyaznameyan 36 jê ji ewil Guzel îmze kirin. Beriya ku mebesta wê ya ji serdanê ber çavan hatibe girtin, bi tawana “endamtiya rêxistinê” hatiye sûcdarkirin. Îcar heke ev kes parlamenter be û li ser vê yekê daxwaza rakirina destnedayînê bê kirin, ev yek ne li gorî edaletê ye.” Di heman demê de daxuyaniyên nivîskî yên Guzel jî li şerhê hatin zêdekirin.    ‘HIQÛQ WEKE AMÛR TÊ BIKARANÎN’   Bi domdarî di şerhê de dezgehên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî yên di dema pêvajoya çareseriyê de çûn serdana kampên PKK’ê û leşkerên di destê PKK’ê de kê û çawa anîbûn, ev kes yek bi yek hatin vegotin. Di şerhê de her wiha ev tişt hatin diyarkirin: “Bi kurt û kurmancî, serdana kesekî ya li kampên PKK’ê bi tena serê xwe nikare bibe mijara lêpirsînê. Her kesê ku diçe kampan, nabe endamê PKK’ê. Tiştekî bi edalet nîne ku Semra Guzel ji ber wêneyên xwe yên bi dergistiyê xwe re û bi çend gotinên şahidê nepen/îtîrafkar re bi tewana endamtiya rêxistinê were sûcdarkirin. Ev demekî dirêje ku bloka AKP’ê li dijî HDP’ê polîtîkayekî cihêkar dimeşîne. Hevdîtinên ji bo rakirina destnedayînê nîşan didin bê ka hiqûq çawa wek amûrekî tê bikaranîn. Ne tiştekî adilane û hiqûqî ye ku li ser çend gumanan, di vê pêvajoyê de destnedayîna Guzel bê rakirin.”    ŞERÊ 40 SALAN   Di beşa encamê ya şerhê de jî pirsgirêka kurd û nêzikatiyên desthilatdariyan hate vegotin. Di nirxandinan de qala şerê zêdetirî 40 salan hat kirin û hat destnîşankirin ku di vî şerê mezin de zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye, bi hezaran gund û tax hatine şewitandin û valakirin, bi milyonên kes koçber bûne û êşên giran hatine kişandin. Her wiha hat destnîşankirin ku li bajarên kurdan hema hema her malbatê zarokekî xwe winda kiriye yan jî zarokekî wan li girtîgehê ye.    PIRSGIRÊKA KURD   Di berdewamê de hat diyarkirin ku wek HDP’ê, li hemberî siyaseta mirinê hewl didin siyaseta jiyanê ava bikin û şerh wiha bi dawî dibe: “Divê derdorên siyasetê ji ewil vê pirsê ji xwe bikin; ‘gelo me çima nekarî aştiyê pêk bînin da ku zarokên vî welatî jiyana xwe ji dest nedabûna?’ Ji ber ku heman hikûmet, her wiha yek ji aktorên pêvajoya çareseriyê bû. Ji bilî xwe, bo hemû aktorên din wek sûc dibînin. Ya ku ew dikin, qumpas e. Pirsgirêkeke kurd heye û nêzikatiya krîmînalîzekirina vê pirsgirêkê, pirsgirêka heyî girantir dike. Sedema pevçûnan jî ev polîtîkaye ye. Mesele, ne meseleya rakirina destnedayîna parlamenteran e. Mesele, pirsgirêka kurd e û bi vê rêyê çareser nabe. Pirsgirêka kurd, tenê dikare bi demokrasiyê çareser bibe. Nêzikatiyên yekperest dê nekare vê pirsgirêkê çareser bike.”    MA / Bêrîvan Altan