Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike 2022-02-02 16:20:08 ENQERE – Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy derheqê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê de axivî û got ku Tirkiye hewl dide bi van êrişan, tevgera kurd bikişîne pozîsyona ku dixwaze. Ozsoy got: “DAIŞ kengî têk biçe û tengav bibe, Tirkiye êrişî kurdan dike.” Tirkiyeyê şeva din bi awayekî hemwext êrişî Şengal, Wargeha Penaberan a Mexmûrê û bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Têkildarî mijarê Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy axivî û balkişand ser êrişa Tirkiyeyê ya piştî têkbirina êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê. Ozsoy got ku DAIŞ kengî tengav bibe, têk biçe, Tirkiye êrişên bi vî rengî dike.    ÊRIŞÊN LI DIJÎ SIYASETA KURD    Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku êrişên bi vî rengî dikin ku DAIŞ dîsa xwe komî ser hev bike û wiha domand: “Bingeha êrişan ji DAIŞ’ê re çêdike. Hem êrişî Rojava û hem jî êrişî Mexmûrê kirin. Weke ku tê zanîn di êrişên berê de jî gelek sivîl hatin kuştin. Lê ev êriş, berdewamiya êrişa li dijî siyaseta kurd a navxweyî ye. Vêcarê êrişeke berfirehtir kirin. Bi van êrişan ne tenê hiqûqa navneteweyî binpê dikin, her wiha nîşan dide ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu besîreta hikûmeta Tirkiyeyê nîne. Nîşaneya bêhêziya wan e.”   DENKLEMA POLÎTÎK   Di berdewamê de jî Ozsoy wiha got: “Erdogan li hêlekê qala birêz Ocalan dike û li hêla din herêmên sivîlan bombebaran dike. Erdogan hewl dide bi zextê, pozîsyona siyasî ya tevgera kurd û rêbertiya wê biguherîne yan jî notralîze bike. Carnan jî bi piştgiriya hêzên navdewletî hewl dide vê yekê bike. Lê ji êrişên wê xuya dibe ku di vê hewldana xwe de gelek serkeftî nîne. Di her alî de û bi hemû amûrên derhiqûqî êrişî destkeftiyên kurdan dike. Ev êriş tevek jî li ser denklemekî pêş dikevin. Anku ev êriş wisa bi awayekî rasthatî nayên kirin.”    BERPIRSYARIYA DYA’YÊ   Ozsoy bal kişand ser hevdîtina di navbera Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Şêwirmendê Ewlekariyê yê Neteweyî yê DYA’yê Jake Sullivan û ev nirxandin kir: “Di êrişên wiha de hêzên navdewletî yan îstîxbaratê didin an jî bi girtina çavên xwe dibin parçeyeke wê êrişê. Em nizanin bê ka di navbera Kalin û Sullivan de ev mijar hat nîqaşkirin an na. Lê çi dibe bila bibe, di van mijaran de bêdengî tê wateya erêkirineke de facto. Heke tiliya DYA’yê di vê êrişê de nebe jî lê berpirsyariya wê ye ku derheqê mijarê de daxuyaniyekî bide.”    TÊKOŞÎNA KURDAN A LI DIJÎ DAIŞ’Ê   Hişyar Ozsoy axaftina xwe wiha xelas kir: “Kurdan kengî li dijî DAIŞ’ê şer kiribe, ileh rastî êrişa endameke NATO’yê hatiye. Berpirsyariyeke exlaqî û polîtîk a hêzên koalîsyonê li dijî kurdan heye. Bi girtina çav û guhên xwe nikarin xwe ji vê berpirsyariyê xelas bikin. Kurdan ji bo cîhanê şer kir lê dema rastî êrişan tên, hemû kes xwe kerr dike. Ev nayê qebûlkirin. Di êriş û operasyonên derveyî sînor de heta niha gelek caran sivîl hatin kuştin. Lewma gotinên wek ‘me sivîl ne kuştî ne’ derew in. Bi navê têkoşîna li dijî terorê, zarokên kurd bi panzeran diperçiqînin. Çeteyên girêdayî wan jî li Rojava serê mirovan jê dikin, jinan direvînin. Ev tevek dikevin raporên saziyên navdewletî. Kes nikare vê êrişkarî û derhiqûqiya xwe bi van gotinan rewa bike.”   MA / Bêrîvan Altan