Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene? 2022-01-29 12:50:48   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li Desteya Giştî ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (DGMPKE) axivî û bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê. Uca da zanîn ku DAIŞ’ê bi çekên NATO’yê êriş kiriye û ev pirs kir: “Gelo çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?”    Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li Desteya Giştî ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (DGMPKE) axivî. Uca diyar kir ku Tirkiye bi SÎHA’yan Şengalê bombebaran dike û wiha got: “Di rewşeke wiha de ku êzdî yekîneyên berevaniyê, meclisên jinan ava dikin û li Şengalê dest bi jiyaneke nû dikin, dewleta tirk êrişên hewayî tîne ser wan.”   ‘QADA HEWAYÎ QEDEXE BIKIN’   Di berdewamê de jî Uca destnîşan kir ku droneyên biçek ên tirk gelek caran gefan li yekîneyên berevaniyê yên êzdiyan dixwe, wan bombebaran dike, gelek nexweşxane hatine bombekirin û di van êrişan de jî gelek sivîl hatine kuştin. Uca da zanîn ku êzdiyan tu gef li Tirkiyeyê nexwarîne û wiha pê de çû: “Heta niha carekî jî êrişî Tirkiyeyê nekirine. Hûn ji êzdiyan çi dixwazin? Mafê wan kesên ji qirkirinê xelas bûyîn jî heye ku bijîn û welatê xwe ava bikin. Divê civaka navneteweyî qet nebe wan ji êrişên hewayî biparêze. Banga min ew e ku qada hewayî ya Şengalê li balafiran bê qedexekirin.”    ‘GEF LI SER HEMÛ CÎHANÊ YE’   Uca bal kişand ser êrişên DAIŞ’ê yên li ser Rojava û girtîgeha Hesekê û axaftina xwe wiha xelas kir: “Di destê çekdarên DAIŞ'ê de çekên NATO'yê hene. Dixwazim bipirsim. Gelo çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene? Têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê, peywira me tevan e. Duh Şengal bû, îro Kobanê, ev gef li hemû cîhanê tê xwarin.”