Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike 2022-01-22 11:17:38 STENBOL - Berdevka Demê ya TOP’ê Pelîn Kahîlogûllari diyar kir ku Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyeke girîng dagire û wiha got: “Tifaqa ku tevgerên kurd û sosyalîst ava bikin, ji bo serdemeke nû ya li Tirkiyeyê wê bi wateyeke taybet be.” Niqaşên Tifaqa Demokrasiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî Tifaqa Cûmhûr a ji AKP’ê û MHP’ê û Tifaqa Millet a ji CHP’ê, Partiya Îyî û Saadetê pêk tê, weke alternatîf pêşkeş kir, berdewam dikin.  8 partiyên çepgir û sosyalist ên di 18’ê Çileyê de bi banga HDP’ê hatin gelhev helwesteke hevpar girtin û bal kişandin ser berfirehkirina tifaqê û têkoşîna hevkar.    Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahîlogûllari ku yek ji partiya tevlî civînê bûye, têkildarî civînê û Tifaqa Demokrasiyê nirxandin kirin.    ‘TIFAQA DEMOKRASIYÊ WÊ BIBE VEBIJÊRKEK’   Kahîlogûllari, diyar kir ku civîn rastî demekî girîng û dîrokî hat û bi lêv kir ku bi pirsgirêkên weke “Em ê têkoşîneke encam gir a serdema pêşiya me çawa ava bikin, çawa ji pêdiviyên gelan re bibin bersiv” tevlî civînê bûn. Kahîlogûllari, bal kişand ser du xalên şênber ên di civînê de derketin pêş û dazanîn ku yek ji van xalan biryara kirina timik a hevdîtinan bû. Kahîlogûllari, anî ziman ku xala duyê jî avakirina bingeheke têkoşîna hevkar e û wiha got: “Ji ber ku gel di demekî dirêje di çarçoveya pêdiviyên xwe de tevdigere. Ev têkoşîn îro bingeha niqaşên tifaqa demokrasiye ava dikin. Li Tirkiyeyê weke ku gel bê alternatîfe tê tevgerandin. Tam jî di vir de li dijî di navbera du blokên serwer de asê kirin, wê tifaqa demokrasiye bibe vebijêrkek.”   Kahîlogûllari, diyar kir ku di civînê de berfirehkirina tifaqê jî hat axaftin û wiha berdewam kir: “Em weke partî difikirin ku di astên cuda de qadên îttîfakên cuda divê werin avakirin. Tifaqa ku tevgerên kurd û sosyalîst ava bikin, ji bo serdemeke nû ya li Tirkiyeyê wê bi wateyeke taybet be. Em difikirin ku tifakeke ku sosyalîstên berjewendiyên çîna karkeran a dîrokî dike armanc dikare were avakirin. Tişta ewil divê pêkhate bernameyeke şênber derxînin.”   ‘TIFAQ WÊ VALAHIYÊ DAGIRE’   Kahîlogûllari, destnîşan kir ku gel bi civîna hate lidarxistin gelek bi kelecan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê tifaqa demokrasiyê valahiyeke girîng dagire. Tifaqa Demokrasiyê nikare weke tifaqa hilbijartinê were penasekirin. Di vê çarçoveyê de girîng e ku li kolanan, di nava gel de bi gel re tevbigerin. Ev nayê wê wateyê ku hilbijartin ne girîng in. Ji xwe ji îro û pê ve hilbijartin di rojeva gel de ye. Hilbijartin di têkoşînê de tenê kêliyeke. Pêvajoya ku hilbijartinê diyar bike wê bi hêza rêxistinkirî ku gel li kolanan ava bike.”   MA / Kadîr Guney