HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene 2022-01-10 11:23:49 ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ku ji Propaganda û Weşan û Çapemeniyê Berpirsyar Tayîp Temel bal kişand ser zextên li ser rojnamevanan û bi lêv kir ku tevî her tiştî rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin û bedelan didin hene.  Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Propaganda û Weşan û Çapemeniyê Berpirsyar Tayîp Temel, têkildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniya nivîskî weşand. Temel, diyar kir ku Tirkiye di rêza azadiya çapemeniyê ya cîhanê de li dawiyê ye û wiha got: “Li gorî daneyên TGS’ê, rêjeya rojnamevanên bêkar li dora ji sedî 40 e. Li gorî heman daneyan di 128 dozan de 274 rojnameger hatin darizandin û ji bo rojnamegeran bi giştî 226 sal û 8 meh û 25 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Li gorî daneyên TGS'ê 43; Li gorî Nûçeya Komeleya Rojnamegerên Dicle Fıratê (DFG) 62 rojnameger ji ber ku pîşeyên xwe kirine hê jî di girtîgehê de ne. DFG dibêje di sala borî de bi giştî 133 sal û 8 meh û 21 roj cezayê girtîgehê li 47 rojnamegeran hatiye birîn Hem raporên neteweyî hem jî yên navneteweyî giraniya êrîşên giran ên li ser çapemeniyê yên li Tirkiyeyê nîşan didin.”   ‘HÊVIYA DEMOKRASIYÊ’   Temel, bi lêv kir ku tevî her tiştî rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin û bedelan didin hene û destnîşan kir ku ev rojnamevan hêviya azadî û demokrasiya Tirkiyeyê ne.