Ocalan: Armanca me yekîtî û azadiya Serok Apo ye 2017-10-05 16:43:45 MÊRDÎN - Parlamenterên HDP'ê li Mêrdîn û navçeyên wê gel ziyaret kir. Di ziyaretê de Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan axivî û got: “Armanca me yekitiya neteweya kurd  û azadiya Serok Apo ye."  Partiya Demokratik a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Em ranewestin, em faşîzmê rawestinin" de li bajaran gel û esnafan ziyaret dike. Heyeta HDP'ê li Mêrdîn û navçeyên wê gel û esnaf ziyaret kirin. Di heyetê de Parlamenterê HDP'ê Erol Dora li Nisêbînê, Parlamentera HDP'ê Dilek Ocalan û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Qoserê, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar li Midyatê, Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez li Stewrê û Parlamentera HDP'ê Leyla Birlîk li Şemrex û Dêrikê bi welatiyan re hatin cem hev.    LI NISÊBÎNÊ ESNAF ZIYARET KIRIN   Heyeta HDP'ê li navçeya Nisêbînê esnaf ziyaret kirin. Di ziyaretê de  Dayikên Aştiyê jî tev li ziyaretê bûn. Heyeta ku li navçeyê esnaf yek bi yek ziyaret kir rastî eleqeyek mezin a esnafan hat. Heyeta HDP'ê piştî esnaf ziyaret kir, malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.    LI MÎDYATÊ BI ÇAR ZIMANAN SOHBET KIRIN   Heyeta HDP'ê ku di navde rêveberên HDP û DBP'êjî hebûn, li Mîdyatê jî esnaf ziyaret kirin. Heyeta ku li ser kolana Cizîrê yek bi yek li esnafan geriyan bi çar zimanan bi esnafan re sohbet kirin. Heyet rastî eleqeyek mezin hat. Di ziyareta ku bi zimanê suryanî, kurdî, tirkî û erebî sohbet hatin kirin de dorpêça polîsan bal kişand ser xwe.    Heyeta HDP'ê li Qoserê jî esnaf ziyaret kir. Heyeta ku di navde siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan hebû, esnafên galeriya maşîneyan ziyaret kir. Heyet piştre çû li gundê Hêşeriyê welati ziyaret kirin. Di ziyaretan de Dîlek Ocalan, diyar kir ku di pêvajoyek dijwar de derbas dibin û wiha got: "Em di ber xwe didin û divê em bêtir di ber xwe bidin. Em di ber xwe bidin em dê bi ser bikevin. Gelê kurd ne xerîbê OHAL'ê ne. Di salên 90'ank de dîsa OHAL hebû. Wê demê Çiller hebû niha Erdogan  heye. Çawa ku Çîller çû dê Erdogan ji biçe. Lê dê kurd bimînin. Azadî nêzîk e. Divê em hemû ji bo yekîtiya neteweya kurd di ber xwe bidin. Ger ku em yekitiya kurdan ava nekin dê kurd her dem rastî êrîşan bê. Li pêş me du xebatên me yên girîng hene. Yek jê divê em yekîtiya neteweya kurd ava bikin. Ya din divê em Serok Apo azad bikin. Azadî nêzîk e."    LI ŞEMREXÊ POLÎSAN ASTENG KIR   Heyeta HDP'ê li Şemrex û Dêrikê jî esnaf ziyaret kir. Polisan di ziyaretan de heyet dorpêç kir û dem dem rageşî derket.