Partiya Komunîst a Fransayê: Heta niha me çewisandinên wisa nedîtibûn 2018-02-14 09:09:46 ENQERE - Sekreterê Giştî yê Partiya Kominîst a Fransayê Pierre Laurent, diyar kir ku ew gelekî di bin bandora kongreya HDP'ê de maye û ev tişt got: "Me dizanibû li Tirkiyeyê zext û zorî hene, lê me heta niha qet tiştekî wisa nedîtibû." Laurent bê dengiya Fransa û YE'yê ya li dijî êrîşên li ser Efrînê jî rexne kir.  Ji delegasyonên navneteweyî gelek kes tev li kongreya HDP'ê bûn. Yek ji van kesan jî Sekreterê Giştî yê Partiya Kominîst a Fransayê Pierre Laurent bû. Dema Laurent di kongreyê de axivî, beşdarvan bi xwertî li çepikan xistin. Laurent, çavdêriyên xwe yên der barê kongreyê û êrîşên li dijî Efrînê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   Laurent diyar kir ku kongreya HDP'ê bandor xurt lê kiriye û ev tişt anî ziman: "Tevî ewqas astengî û zextan jî li gelek bajarên cuda mirov hatin kongreyê. Vê yekê bandorek mezin li min kir. Di van şert û mercan de qelabalixa ku çê bû û coşa xwe da der, ez gelek bandor kirim."    'MIN BERÊ TIŞTEK WISA NEDÎTIBÛ'    Laurent, destnîşan kir ku di serî de HDP û siyaseta kurd, ew der barê zext û zoriyên li Tirkiyeyê de xwedî agahî bûye, lê dîmena ku wan îro li Tirkiyeyê dîtiye, li gor tiştê wan dizanibû pir cuda ye. Laurent wiha domand: "Fransa van zextan tenê li ser kaxizê dibihîse. Hayê min ji rêveber û xebatkarên HDP'ê yên hatine girtin heye. Li Fransayê ji bo berdana hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û HDP'iyên din kampanya hat birêvebirin û ez jî yek ji wan rêveberê wê kampanyayê me. Lê mirov li vir tiştên cuda dibîne, ji tiştên cuda re şahidiyê dike. Niha heta hatim kongreyê bi gelek bariyer, dorpêçkirinên polîsan re rû bi rû mam. Heta niha min ji kongreyeke wiha re qet şahidê nekiriye."    ‘DIVÊ DI WARÊ EFRÎNÊ DE HELWESTA YE Û FRANSAYÊ ZELALTIR BE'    Laurent, êrîşên li ser Efrînê jî nirxand û wiha pê de çû: "Ez êrîşî li dijî Efrînê şermezar dikim. Divê cîhan li hemberî van êrîşê xwe bêdeng neke. Welatê min Fransa û bi tevahî Yekitiya Ewropayê (YE) divê di vî warî de helwesteke zelatir nîşan bidin. Ji ber ku vê nakin, bi rastî jî xeyalên min şikestî ne. Diviyabû Fransa û YE'yê li dijî êrîşan helwesteke hîn tûjtir û tund nîşan bida û bi awayekî fermî şermezar bikiranan. Divê YE li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê hîn bêtir polîtîkayeke zelal nîşan bide." Laurent, bi lêv kir ku YE û Fransa haya wan ji hemû binpêkirinên mafan hene, lê li gorî rewşê polîtîkayeke li gor dilê Erdogan û AKP'ê dimeşînin.    ‘DIVÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN HER KES LI CEM KURDA BE'    Laurent, destnîşan kir ku wê piştevaniya wan a ji bo kurdan, heta ku kurd bigihêjin mafên xwe dê bidome û ji ber vê ew li vir in û ewê tim li cem kurda bin. Her wiha Laurent binçavkirina hevserokên partiyên pêkhateyên HDP'ê jî rexne kir û wiha got: "Wê di vî warî de piştevaniya me ya navnetewî zêdetir be." Laurent, bang li hemû hêzan kir ku li dijî çewisandinan dengê xwe bilind bikin.